Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê şehadeta endamekî xwe ragihand û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna ewlehî û aştiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
27 nîsan, 2022   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Giştî ya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh daxuyaniyek da û tê de ragihand ku endamekî wê li Dêrazorê şehîd bûye.

Navendê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:

“26`ê Nîsanê endamekî me li kantona Dêrazorê dema erka xwe pêk dianî şehîd bû.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ehmed El-Keleş

Navê bav: Elî

Navê dayîkê: Zekiye

Cih û dîroka tevlêbûnê: El-Bisêra, 30-12-2017`an

Cih û dîroka şehadetê: El-Sebha, 26-4-2022`yan

Navendê di daxuyaniyê de sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan da heta ku aştî û ewlehî li herêmê bi giştî pêk were.

(şx)

ANHA