​​​​​​​Di topbarana dewleta Tirk de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Um El-Kêf ê li rojavayê navçeya Til Temirê de, leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

​​​​​​​Di topbarana dewleta Tirk de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû
27 nîsan, 2022   07:28
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeya Til Temirê ragihand ku leşkerekî hêzên hikumeta Şamê yê bi navê Mihemed Semîr Yûsif, êvara sêşemê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Um El-Kêf ê li rojavayê navçeya Til Temirê de, birîndar bûye.

Artêşa Tirk a dagirker duh saet derdora 21:20'an gundê Um El-Kêf topbaran kir û di encamê de kehrebe li ser Til Temir û gundewarên wê qut bû.

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de xeta ku kehrebeyê dide Til Temirê, zirar dît.

(dx)

ANHA