Rojnameyên erebî: Erdogan dê nekare nakokiyên bi Bîn Selman re bi dawî bike

Rojnameyên erebî yên vê sibê têkildarî serdana serokkomarê Tirk a muhtemel a ji bo Erebistana Siûdî, aloziya siyasî ya Iraqê û nakokiyên welatên rojava û Rûsyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Erdogan dê nekare nakokiyên bi Bîn Selman re bi dawî bike
Rojnameyên erebî: Erdogan dê nekare nakokiyên bi Bîn Selman re bi dawî bike
Rojnameyên erebî: Erdogan dê nekare nakokiyên bi Bîn Selman re bi dawî bike
27 nîsan, 2022   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GELO ERDOGAN DÊ NANKOKIYÊN BI MÎRÊ SIÛDIYÊ RE BI DAWÎ BIKE?’

Têkildarî serdana muhtemel a serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a ji Erebistana Siûdî re, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Aliyên siyasî yên welatên Kendavê dibînin ku dê serdana serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji Siûdiyê re ku tê payîn roja pêncşemê pêk were, dê nekare nakokiyên bi mîrê Siûdiyê Mihemed Bîn Selman re bi dawî bike. Sedema wê yekê spartin encamên hemleya dewleta Tirk lên i ser Siûdiyê piştî kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî.

Heman aliyan got dibe ku Erdogan sozên ji bo projeyên aborî û veberhênanên Siûdiyê di aboriya Tirkiyê de bi dest bixe, lê belê nakokiyên di navbera her duyan de dê dewam bikin. Sedema wê jî hedefgirtina Xaşiqcî ye, nexasim ku Erdogan bi xwe hemle li dijî mîr Mihemed Bîn Selman bi rê ve bir û tu sedema wê hedefgirtinê jî tune bû.

Di Sibata borî de dihat payîn ku Erdogan serdana Sûidiyê bike, lê belê di dema vegera xwe ji Îmaratê de ragihand ku serdan hatiye taloqkirin û got welatê wî û Erebistana Siûdî diyalogê dewam dikin.

Rojnameya The Wall Street Journal bi bîr xist ku mîrê Siûdiyê ji serokkomarê Tirkiyê daxwaz dike ku soz bide ku dê careke din behsa kuştina Xaşiqcî neke. Enqereyê her tim ev dosya ji bo zextê li Siûdiyê bike, bi kar dianî.

Diyar e ku Erdogan vê pê zanî ku ji bo razîkirina mîrê Siûdiyê divê dosyaya kuştina Xaşiqcî li Tirkiyê bike û dozê veguherîne dadgeha Siûdiyê.

Çavdêr dibînin ku zehmet e Riyad encamên bûyerê derbas bike. Ruxmî ku Enqere ji sala par ve niyeta xwe ya normalîzekirina têkiliyan nîşan dabû û Erdogan du caran bi Selman Bin Ebdulezîz re bi rêya telefonê peywendî danîbû.”

‘EL-HELBÛSÎ ÎMAJA BI VEKIŞÎNA JI ÇALAKIYA SIYASÎ DIKE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî kar û barên Iraqê wiha nivîsî: “Serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî duh ragihand ku niyet dikin ji çalakiya siyasî ya Iraqê vekişin. El-Helbûsî ew yek spart kontrolkirina çekdarên derveyî qanûnê li ser welêt. Her wiha soza hesabxwestina ji wan kesan da yên ku li dijî gel sûc kirine û ciwan kuştine.”

‘WELATÊN ROJAVAYÎ LI DIJÎ RÛSYAYÊ CIVIYAN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa nakokiyên welatên rojavayî û Rûsyayê kir û wiha nivîsî: “Di civîna leşkerî ya wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ya li baregeheke leşkerî ya li Almanyayê de ku 40 dewlet beşdarê bûne, lihevkirin li ser bernameyekê hat kirin ku li gorî wê dê ji aliyekî ve çekan bidin Ukraynayê û ji aliyê din ve Rûsyayê ji hal bixin da ku gefan li welatên cîran nexwe.

Lloyd Austin got: “Hefteyên pêşiya me ji bo şerê Rûsya-Ukraynayê pir girîng in. Di nîqaşên bi hevalbendan re teqezî li ser xurtkirina artêşa Ukraynayê bi awayekî demdirêj hat kirin. Rûsyayê gelek windahiyên canî û madî dan û ji ber cezayên lê hatine ferzkirin, gelek zehmetiyan dikişîne.”

Austin gefên serokê Rûsya yên bikaranîna çekên nukleerî wek xeternak bi nav kir û got: “Eger şerekî nukleerî derkeve, dê her kes winda bike.”

(cx)