Rêveberiya Xweser a Şengalê: Hikumeta Iraqê li Şengalê tevliheviyan derdixe

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên diyar kir ku hikumeta Iraqê berpirsa derxistina tevliheviyan li Şengalê ye û got, "Ne ji berxwedana êzîdiyan û projeya Rêveberiya Xweser bûya, ala Iraqê li Şengalê nedihat hildan."

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Hikumeta Iraqê li Şengalê tevliheviyan derdixe
27 nîsan, 2022   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji nîva Adara derbasbûyî ve, hikumeta Iraqê di navbera Şengalê û Rojava de dîwar lê dike. Hikumeta Iraqê îdîa dike ku ew parastina xaka xwe ji çeteyên DAIŞ'ê dike û rê li ber qaçaxçîtiya li ser sînor digire.

Lê êzidî dibêjin, ew dixwazin Şengalê dorpêç bikin û destkeftiyên bi saya berxwedan û Rêveberiya Xweser hatine bidestxistin têk bibin.

Di 24'ê Nîsanê de wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên, îdîa kiribû ku PKK'ê li Şengal bêîstîqrariyê derdixe û bal kişand ser lêkirina dîwarê li ser sînor.

Girêdayî vê yekê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên ji ajansa me re axivî.

Azad Hisên bersiva Fûad Hisên da û got, îdîayên hikumetê yên der barê armancên lêkirina dîwar de ji rastiyê dûr in, ew îdîa dikin ku dixwazin rê li ber qaçaxtî û çeteyên DAIŞ'ê bigirin, lê ji dema Şengal hatiye rizgarkirin ve, herêma herî bi ewle li Iraqê ku şaneyên DAIŞ'ê lê tune Şengal e.

Azad Hisên tekez kir ku ew dixwazin têkliya di navbera Şengal û Rojava de û têkiliyên êzidiyan bi parçeyên din ên Kurdistanê ve qut bikin

Hisên diyar kir ku bi saya berxwedana êzidiyan û Rêveberiya Xweser a Şangalê, ala Iraqê li Şengalê hatiye hildan û got: "Me dîta çawa artêşa Iraqê Şengal radestî DAIŞ'ê kir û çawa çekdarên PDK'ê reviyan, me parastina Şengalê kir, hikûmeta Iraqê nabîne ku me parastina xaka Iraqê kir."

Hisên wiha lê zêde kir: "Ev nêzîkatî, eşkere dikin ku çiqas dewleta Tirk a dagirker zextê li hikûmeta Iraqê dike."

Der barê tawanên wezîrê karê derve yê Iraqê ji bo PKK'ê de Azad Hisên daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku li dîroka fermanên der heqê êzidiyan de vegere, gelo di 74 fermanan de PKK hebû? gelo fikra PKK jî hebû?

Hisên ev tişt jî anî ziman: "Gerîlayên PKK'ê bi hawara êzidiyan ve çûn, em vê yekê înkar nakin, wan êzidî ji DAIŞ'ê rizgar kirin, kesên tevlihevî derdixin artêşa Iraqê ne, ew dixwazin bi darê zorê derbas bibin û şerê hêzên êzidîxanê bikin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê di dewama axaftina xwe de ev tişt got: "Êzidiyan piştî fermana 2014'an rastiya siyasetên li dijî xwe nas kirin û gihiştin wê baweriyê tenê ew dikarin xwe biparêzin û sîstema xwe ya aboriya xweser ava bikin."

Di 18 û 19'ê vê mehê de artêşa Iraqê êrişî bendên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê kirin, hêzên Êzidxanê jî bersiv dan û artêşa Iraqê neçar kirin vekişe.

Ev êriş hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên wiha dawî li gotina xwe anî: "PDK'ê û dewleta Tirk zexteke mezin li hikumeta Iraqê dikin, divê hikumeta Iraqê bi erkên xwe rabe, di asta yekem de ew berpirsyar e. "

(şt)

ANHA