Çalakiya " Konê Berxwedanê " ji bo piştgiriya bi gerîla re li Hesekê bi dawî bû

Çalakiya " Konê Berxwedanê " ku Tevgera Ciwanên şoreşger a Sûriyê li bajarê Hesekê ji bo piştgirî bidin gerîla vegirtibû, bi dawî bû.

Çalakiya " Konê Berxwedanê " ji bo piştgiriya bi gerîla re li Hesekê bi dawî bû
Çalakiya " Konê Berxwedanê " ji bo piştgiriya bi gerîla re li Hesekê bi dawî bû
Çalakiya " Konê Berxwedanê " ji bo piştgiriya bi gerîla re li Hesekê bi dawî bû
Çalakiya " Konê Berxwedanê " ji bo piştgiriya bi gerîla re li Hesekê bi dawî bû
Çalakiya " Konê Berxwedanê " ji bo piştgiriya bi gerîla re li Hesekê bi dawî bû
Çalakiya " Konê Berxwedanê " ji bo piştgiriya bi gerîla re li Hesekê bi dawî bû
Çalakiya " Konê Berxwedanê " ji bo piştgiriya bi gerîla re li Hesekê bi dawî bû
26 nîsan, 2022   21:19
Heseke

Piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di 23’yê vê mehê de seferberî ragihandibû, tevgerê li bajarê Hesekê di 24’ê mehê de dest bi çalakiya " Konê Berxwedanê " kiribû. Ciwanan bi vê çalakiyê tekez kirin ku ew ê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê bin û piştgirî bidin gerîla.

Di roja 3'yan û ya dawî de, bi dehan endamên PYD'ê, Kongra Star, Navenda Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn amade bûn.

Beşdaran deqeyeke rêz girtin, piştre hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê Sema Hemo axavî.

Sema Hemo got, şerm e ku aliyekî Kurdî xiyaneta kurdan bike, destê xwe bide destê dijminan.

Sema Hemo diyar kir ku armanca Erdogan qirkirina gelê Kurd û têkbirina projeya demokratîk a rêber Ocalan e.

Endama Kordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Rîma Mehmûd jî ji PDK'ê xwest dest ji siyasetên xwe yên xiyanetê berde û got: "Divê gelên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker serî hildin."

Piştre li gotinên rêber Ocalan ên der barê yekitiya Kurdî û rêgiriya li ber xiyanetê hat guhdarkirin.

Di dawiyê de koma Tolhildan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê çend stranên şoreşgerî gotin.

Beşdaran siloganên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê berz kirin.

Di vê çalakiyê de bi dehan ciwanên bajarê Hesekê ji bo tevlî nava seferberiyê bibin navên xwe tomar kirin.

(şt)

ANHA