​​​​​​​Selah Bûşî: Dewleta Tirk hewl dide destwerdanê di kar û barên Iraqê de bike

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Selah Bûşî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya hebûna xwe ya leşkerî ya nerewa li ser xaka Iraqê, destwerdanê di kar û barên Iraqê de bike, lê gelê Iraqê vê yekê qebûl nake.

​​​​​​​Selah Bûşî: Dewleta Tirk hewl dide destwerdanê di kar û barên Iraqê de bike
27 nîsan, 2022   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Artêşa Tirk a dagirker ji 17'ê vê mehê ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Li hember vê yekê jî kesayetên iraqî yên di nava hikumetê de, her wiha kesayetên olî û siyasî bertek nîşan dan.

Serokê Navenda Kar û Barên Stratejîk a Iraqê Selah Bûşî, dewleta Tirk wek beşek ji îradeya naveneteweyî ya dijminane li dijî herêmê bi nav kir û got: "Ew beşek ji komploya dijminane ya derve ye, armanca wan a hevbeş têkbirina aramî û serxwebûna herêmê ye.”

Bûşî anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze rolekê li herêmê bilîze û ji ber wê bi hincetên vala mudaxeleyî kar û barên dewletên din dike. Her wiha dixwaze hegemonyaya Tirkiyê û Împaratoriya Osmanî vegerîne.

Selah Bûşî destnîşan kir ku di nexşerêya siyasî, erdnîgarî û bîrdozî ya dewleta Tirk de ji ber hebûna kurdî bi xwe di nav nakokiyeke derûnî de ye, ji ber wê ji bo domandina şer û nîjadperestiya xwe mudaxeleyî Iraqê dike û wiha domand: "Ev yek li ser astên mirovî û siyasî nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk bi rêya hebûna xwe ya leşkerî hewl dide mudaxeleyî kar û barên Iraqê bike."

Selah Bûşî di nava axaftinên xwe de bal kişand ser helwesta hikumeta Iraqê û got: "Helwesta hikumetê der barê destwerdana dewleta Tirk û hebûna wê ya leşkerî de ne diyar e. Xuya dike ku armancên veşartî yên dewleta Tirk ji şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hene."

‘HEBÛNA LEŞKERÎ YA DEWLETA TIRK LI IRAQÊ NE REWA YE’

Bûşî diyar kir ku hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Iraqê ne rewa ye û xetere li ser Iraqê heye. Her wiha got: "Bi pîvanên leşkerî û stratejîk xetereya hebûna leşkerî ya dewleta Tirk heye, hebûna wê ya leşkerî ji aliyê Iraqê ve nehatiye ruxsetkirin. Di pêşerojê de jî xetereyeke diyar heye ku dewleta Tirk armanc dike, împaratoriya tirkî li ser hesabê cîrantiyê, dan û standina aştiyane û dîplomatîk a di navbera Iraq û Tirkiyê de ava bike.”

Li herêma Başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên artêşa Tirk a dagirker bêyî ku ruxset ji hikumeta navendî ya Iraqê bigire, hatine avakirin. Artêşa Tirk a dagirker ji wan baregehan êrişan dibe ser herêmên Başûrê Kurdistanê. Êrişa dawîn ji wan baregehan pêk hat.

Her wiha Bûşî wiha domand: “Dewleta Tirk bi rola hêz û fetwaya siyasî radibe, welatiyên Iraqê vê yekê qet qebûl nakin.”

Serokê Navenda Kar û Barên Stratejîk a Iraqê Selah Bûşî di dawiyê de got helwesta serwerî, siyasî û hikumî ya Iraqê dikare rê li ber destwerdan û êrişên artêşa Tirk bigire.

(şt)

ANHA