​​​​​​​‛Me bi berxwedanê serkeftineke nû ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê re bi dest xist’

Ji bo xewna xwe û xewna hevalên xwe yên di nava QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pêk bîne tê koşiya. Di pêngava Gurzê Gelan de mirovahî ji çeteyên DAIŞ`ê parast.

​​​​​​​‛Me bi berxwedanê serkeftineke nû ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê re bi dest xist’
27 nîsan, 2022   02:02
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwîna ciwanên wê hat xêzkirin ku di her şerekî de li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi ser ketin, gel û destkeftiyên wan parastin û herêmên xwe ji hemû cureyên êrişên dijminan û hêzên kapîtalîst rizgar kirin ku têkbirina projeya neteweya demokratîk armanc dikin.

Bê guman, berdêla serkeftinê buha ye. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xwe biparêzin û şoreşa xwe ya demokratîk bi ser bixin, bi hezaran şehîd dan. Herî dawî di pêngava Gurzê Gelan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bersivandina êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa bû ku di 26`ê Çileya 2022`yan de pêk hatî, 121 şervanan bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû.

Ji şehîdên Pêngava Gurzê Gelan şervanê QSD'ê Azad Qamişlo ye.  Azad li rex hevalên xwe ji bo parastina Bakru û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê ji xeteriya DAIŞ`ê li ber xwe da û gelên herêmê ji hovîtiya DAIŞ'ê parastin.

AZAD QAMIŞLO KÎ YE?

Izedîn Ehmed (Azad Qamişlo) li gundê Sehil ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo sala 1993`iyan di hemêza malbatekê ku ji 5 xwişk û birayan pêk tê de ji dayîk bûye. Kurê duyemîn ê malbatê ye û piştî wefata bavê xwe, debara malbatê peyda kir.

Azad Qamişlo bi damezirandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) sala 2012`an re tev li refên yekîneyên dibe. Cihê xwe di gelek pêngavên li herêmê mîna rizgarkirina Til Hemîs, Minbic, Şedad û çiyayê Kezwan de girt. Azad sala 2020`an tev li hêzên Komandos ên QSD`ê dibe û erka xwe di nav hêzê de domand ta ku di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû.

Hevjîna Azad, Evîn Mihemed Emîn Şêxmûs got: “Azad di gelek hemleyên rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê de cih girt. Şehadeta kadroyekî hemleya Minbicê bandor lê kir û soza şopandina rêya wî da.”

Dayika şehîd Selma Elî diyar kir ku ew bi kurê xwe serfiraz e ji ber ku ji bo parastina bajar û xelkê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê şehîd bû. Dayika şehîd destnîşan kir ku di destpêka aloziya Sûriyê de sala 2011`an Azad derketibû derveyî Sûriyê lê piştre vegerî û tev li YPG`ê bû.

Selma Elî wiha domand: “Min jê re digot, tevlêbûna wî di YPG`ê de xeter e. Lê wî her tim digot ew amade ye heta nefesa dawî li ber xwe bide.”

Cîranê şehîd Azad, Mihemed Seîd Şêxmûs ji ajansa me re hinek taybetmendiyên şehîd Azad bi bîr xistin û got: “Li gorî berpirasiya ku diket ser milê wî bû.”

Mihemed Şêxmûs behsa hevîdtina xwe ya dawî bi şehîd Azad re kir û got, şehîd Azad pêwîstiya pêkanîna her kesekî erka ku jê tê xwestin û herêmê biparêzin, destnîşan kiriye. Şêxmûs wiha domand: “Şehadet rêya me hemûyan e heta ku ewlehî li herêmê pêk were.”

WESIYETA ŞEHÎD AZAD

Evîn Şêxmûs got: “Azad wesiyet li hevalên xwe kir ku wêneyê wî li çerxerêya kevokê ya li Hesekê daliqînin. Ez bi şehadeta hevjînê xwe ser bilind im ku di rêya azadî û rûmetê de şehîd bû.”

QSD`ê 26`ê Çileya 2022`iyan ragihand ku girtîgeha Sînaa bi temamî kontrol kiriye û êrişa çeteyên DAIŞ`ê têk biriye ku heman dîroka têkbirina DAIŞ`ê li Kobanê ye.

(şx)

ANHA