​​​​​​​‛Êrişên Tirkiyê li Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, şerekî nû li dijî neteweya demokratîk e’ –HATE NÛKIRIN

Şêniyên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk ên bi beşdariya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Şêniyan teqez kir ku ev êriş, şerekî nû li dijî neteweya demokratîk e.

​​​​​​​‛Êrişên Tirkiyê li Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, şerekî nû li dijî neteweya demokratîk e’ –HATE NÛKIRIN
26 nîsan, 2022   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 17'ê Nîsanê ve bi hevkariya PDK'ê êrişên xwe yên li ser axa Başûrê Kurdistanê didomîne, di heman demê de di nava bêdengiya navneteweyî de bombebarana xwe ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kiriye.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîla anîn ziman û tekezî li ser berxwedana li dijî siyasetên valakirina herêmê ji şêniyên wê kirin û gotin, "Em tu carî dev ji axa xwe bernadin."

Serokê Meclisa Firatê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Ebdurehman El-Dixêvic êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Ebdurehman El-Dixêvic wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, delîlê beşdarbûna wê di komploya li dijî projeya neteweya demokratîk de ye."

El-Dixêvic di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Projeya neteweya demokratîk a hemû gelan e û li ser bingeha biratiya gelan e, ku hemû pêkhate çi Ereb, Kurd, Aşûr û Suryan tev lê dibin."

El-Dixêvic axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em wekî şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nîşan didin û em spasiya wan li ser lehengiya rizgarkirina axa me ji çeteyên DAIŞ'ê, dikin."

Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê, Hatêm El- Kihêlen got armanca êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê hemwextî lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de ji aliyê hikumeta Kazimî ve pêk tê, da ku şêniyên her du herêman ji hev qut bikin û projeya rêveberiya xweser li Şengalê têk bibin.

Hatêm El- Kihêlen wiha got: "Em wekî şêniyên gundewarên rpjhilatê Dêrazorê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xiyaneta PDK'ê li Başûrê Kurdistanê, şermezar dikin. Em piştgiriya xwe ji QSD'ê û projeya neteweya demokratîk re dubare nîşan didin û piştrast dikin ku heta bidestxistina azadiya hemû gelên bindest, em ê rêya şehîdan bişopînin."

 (dx)

ANHA