​​​​​​​‛Bi hevkariya PDK'ê, Osmaniya nû Kurdan qir dike’

Siyasetmedarên jin piştrast kir ku serdanên li pey hev ên Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re ne tenê dijminatiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, lê beşek ji plana Osmaniya nû ya tunekirina kurdan û têkbirina doza Kurdî ye.

​​​​​​​‛Bi hevkariya PDK'ê, Osmaniya nû Kurdan qir dike’
27 nîsan, 2022   00:51
QAMIŞLO- SILAVA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di 17'ê Nîsanê de dest bi êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê kir.

Ev êriş piştî serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Tirkiyê re pêk hatin, ku di hevdîtinê de bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan û berpirsê îstixbarata wê Hakan Fîdan re civiya. Lê gelê Kurd nerazîbûna xwe li hermber vê yek nîşan dan.                                                  

' SERDAN JI BO QIRKIRINA KURDAN Û DIJMANTIYA KURDISTANÊ '

Siyasetmedar Perwîn Yûsif nerazîbûna xwe li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan da û got: "Dijminê kurdan yek derfetê jî ji dest nade ku gelê Kurd bike hedef, lê tiştê balkêş ew e ku hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re di qirkirina kurdan û talankirina ax û destkeftên şehîdan de heye. "

Perwîn Yûsif wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk naxwaze Kurd bibin xwedî sîwaneke ku di bin siya wê de xwe biparêzin, ev yek ji bo me eşkere ye, lê tiştê herî biêş hevkariya PDK'ê bi dijminên kurdan re ye, her çiqas partiyeke Kurdistanî be jî di rijandina xwîna kurdan de hevkariya dijmin dike."

Perwîn Yûsif bal kişand ser xiyanetên dubare yên PDK'ê, her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk PDK'ê ji bo pêkanîna plan û armancên xwe bi kar tîne.

Perwîn Yûsif di dewama axaftina xwe de got: "Di destpêkê de Nêçîrvan Barzanî serdana Erdogan kir, piştre Mesrûr Barzanî, ev yek diyar dike ku PDK'ê ne tenê dijminê Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, lê bûye beşek ji planên Osmaniyan. Piştî du rojan ji serdana Mesrûr Barzanî, dewleta Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, ew serdan ji bo plankirina qirkirina kurdan û dijminatiya li dijî axa Kurdistanê bû."

Perwîn Yûsif da zanîn ku hemwextî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî zêde kirine. Ev yek niyeta dewleta Tirk a dijminatiya kurdan li her derê nîşan dide.

Parwîn Yûsif têkildarî berxwedana dîrokî ya gerîlayan li hemberî êrişên dewleta Tirk ev tişt got: "Ew cihê serbilindiyê ne, em hêz û îradeya xwe ji wan digirin."

Perwîn Yûsif ji bo sekna van êrişan, bang li gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriyê çalakiyan li dar bixin û li dijî her cure xiyanetê serî hildin, her wiha bang li siyasetmedaran kir ku rastiya dîrokî ya ku li herêmên kurdan diqewime nîşan bidin.            

Perwîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) kir ku li dijî sûcên dagirkeriya Tirk konferanseke Kurdistanî li dar bixe û ji gel re zelal bike, ka kî tevlî yekitiya kurdan nabe û kî astengiyên li pêşiya wê çêdike.        

'DEWLETA TIRK MIJÛLBÛNA CÎHANÊ BI ŞERÊ RÛSYA Û UKRAYNAYÊ FERSEND DIGIRE'

Siyasetmedar Derya Remedan li ser siyaseta dewleta Tirk got: "Dewleta Tirk bi rêya îslama radîkal projeyên xwe bi cih tîne, di encama aboriya wêranbûyî de projeyên demokratîk û destkeftiyên gel têk dibe û li dijî parlamenter, siyasetmedar û rojnamevanên ku doza maf û azadiya xwe dikin hemleyeke girtinê da destpêkirin, ji tirsa ku projeya demokratîk derbasî hundirê Tirkiyê bibe."

Derya Remedan wiha lê zêde kir: "Îro rewşeke siyasî ya cuda tê dîtin, şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de krîzeke cîhanî derxistiye holê û dewleta Tirk dixwaze valahî û tevliheviya li herêmê îstîsmar bike da ku Împaratoriya Osmanî ya li Sûriye û Iraqê ji nû ve zindî bike."

Derya Remedan têkildarî metirsiya îstîsmarkirina dewleta Tirk ji mijûlbûna cîhanê ya bi şerê Rûsya û Ukraynayê re, ji bo dagirkirina axa zêdetir, ji ber nêzîkbûna sedsaliya Peymana Lozanê hişyarî da. Derya Remedan her wiha bang li kurdan kir ku li ser berjewendiyên xwe û çawaniya parastina destkeftiyên xwe bifikirin û got: "Em li ber firsendeke dîrokî ne, em rêkeftina di navbera dewleta Tirk, PDK'ê û hikumeta El-Kazimî de baş dizanin, berjewandî wê heta demekê bidome, lê divê her du hikumet baş bizanibin ku ev rêkeftin ne di berjewendiya wan de ye, lê projeyên dewleta Tirk a dagirker li ser axa wan tên meşandin."

Derya Remedan bal kişand ser hewlên dewletaTirk ên têkbirina her du rêveberiyên xweser ên Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tirsa wê ya ji kurdên Bakurê Kurdistanê ku daxwaza avakirina rêveberiyeke xweser ji bo wan.

Derya Remedan her wiha bal kişand ser pêwîstiya xebata KNK ji bo lidarxistina konferansekê ji bo yekkirina refên kurdî û lêgerîna berjewendiya gelê Kurd bi giştî, da ku bi yek deng û yek destî li dijî hemû metirsiyên ku hebûn û destkeftiyên gelê Kurd dixin metirsiyê bisekinin.

(dx)

ANHA