Ciwanên Amûdê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hekvariya Kongra Star û PYD’ê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK’ê şermezar kirin.

Ciwanên Amûdê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da
26 nîsan, 2022   21:09
QAMIŞLO

Bi dehan endamên tevgera ciwanan, Kongra Star û PYD’ê li pêş Qada Jina a Azad a Amûdê sekinîn û daxuyaniyeke da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em hemû dizanin ku dîroka kurd tijî têkoşîn û serkeftin e û tevgera gelê Kurd rojane mezin dibe."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êriş ne tenê li dijî çiyayên Kurdistanê ne, lê li dijî Rojava jî êriş hatine zêdekirin. Ji 50 salî ve êrişên li ser çiyayên Kurdistanê berdewam in.

Beriya çend rojan bi mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya û Ukraya ve, dagirkeriya Tirk ev fersend girt, bi çek û balafirên xwe êrişî çiyayên Kurdistanê kir.

Wek ciwanên şoreşger van êrişan şermezar dikin û bang li gelê Kurd dikin ku dijî van êrişan û îxaneta PDK’ê bisekine.

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan piştgiriya xwe bi serferberiya giştî re nîşan de ku destekê bidin berxwedana gerîla.

ANHA