`Armanca dewleta Tirk careke din gelên herêmê qir bike`

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Srûiyê bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû ne, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin û gefa dagirkirina herêmên din dixwe.

`Armanca dewleta Tirk careke din gelên herêmê qir bike`
27 nîsan, 2022   01:09
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Ne tenê kiryarên qetilkirinên giştî li dijî komeke etnîkê bi têgeha "qirkirina komî" tê nasîn, lê belê hin tiştên din hene ku dikevin çarçoveya "qirkirinê" heke ji yek alî ve bi mebest hate bikarnîn.

Armanca qirkirina komî, wêrankirina civak, welat û serweriya wê ye, her wiha îmhakirina etnîkekê ye.

`DÎROKA TIRKIYÊ BI QIRKIRINAN DAGIRTÎ YE`

Dîroknas diyar dikin ku dewleta osmanî li ser rijandina xwînê, pêkanîna komkujiyan û qirkirina li dijî gelên Mezopotamyayê û Anatolyayê ava bûye.

Ji dîroka dewleta Osmanî-tirkî di 1914-1916’an de milyon û nîv ermenî qir kir.

Li rex wê jî komkujiyên Sêfo yên li dijî Asûriyan ên di navbera 1915-1920`an de bi sed hezaran asûrî hatin kuştin. Her wiha piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn komkujî li dijî yewnanên xiristiyan pêk anîn û di encamê de derdora nîv milyon yewnanî hatin kuştin.

Xuya ye ku osmaniyan beriya hilweşandina dewleta wan, bi milyonan kesên bi esil ne tirk in û di erdnîgariya ku niha bi Tirkiyê tê nasîn, tesfiye kirin,  ji wan jî yewnanî û ermenî bûbûn qurban.

Piştî lihevkirina Lozan sala 1923`yan, dewleta Tirk a nû ava bû. Tirkiye dest bi qirkirina kurdan kir ku rêjeya wan li gorî niştecihên Tirkiyê mezin e.

Herêma Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê bû armanca dewleta Tirk a yekemîn. Li gorî daneyan osmaniyên nû, salên di navbera 1937`yan û 1938`an de 40 hezar kurd qir kir û bi hezaran koçber kir.

Komkujiya Dersîmê ya yekemîn e û ne jî ya dawî ye. Lê ji hovantirîn sûcên osmaniyên nû li dijî kurdan e. Piştre siyaseta qirkirina kurdan li hundir û derveyî Tirkiyê da meşandin.

Girêdayî mijarê nivîskar û çalakvanê siyasî Bozan Karho got: “Ne tenê Erdogan dijminatiya gelên herêmê dike bi taybet kurdan, lê belê ev dijminatî dîrokî ye û ne nû ye. Ev dijminatî dîrok û çanda gelên herêmê dike hedef.”

Karho wiha domand: “Sûcên wan nayên jimartin. Mînak darvekirina Cemal Başa a osmanî ya gelek berxwedêrên ereb di 6`ê Gulana 1916`an de, komkujiyên ermenan di navbera salên 1915`an û 1916`an de, komkujiya Zîlan ku di encamê de 15 hezar kurd şehîd bûn. Kesên ji wan komkujiyan filitîne, behsa hovîtiya komkujiyê kir ku çawa tirkan bi guleyan kurd darve kir, çawa zikê jinên ducanî yên kurdan vekirin û pitikên wan kuştin. Li rex wê jî bi sedan komkujî pêk anîn.”

`BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ QADA QIKIRINA NÛ JI HÊLA DEWLETA TIRK VE YE `

Kiryarên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gavên dewleta Tirk ên pêkanîna komkujiyên din îsbat dike.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din ên Sûriyê û koçberkirna wan, dîroka dewleta Tirk û pêşiyên wê anîn bîra me.

Tirkiye bi zanabûn kurdan ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî koçber dike. Di êrişên xwe de bi sedan kuştin. Hîna jî li vir û li wir kuştina wan didomîne, çi bi rêya balafirên bêmirov ên biçek an jî topavêjan an jî revandin û îşkenceyê.

Hemwextî wê dewleta Tirk bi rêya hemleyên tirkkirinê li herêmên dagirkirî dîrok, çand û hebûna kurdan dike hedef, bi rêya bazirganên narkotîkê binesaziya civakî ya kurdan wêran dike. Ava çemê Firatê li ser Sûriyê dibire û Sûriyê bi xeteriya tunebûna ewlehiya xwarinê û avê rû bi rû dihêle.

Li rex wê jî, dorpêça siyasî û aborî ya li ser herêmên Rêveberiya Xweser girantir dike da ku şêniyan tengav bike, wan bide koçberkirin û zemînekê ji bo pêkanîna êrişên dagirkirinê yên nû amade bike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 20`ê Nîsanê de di civînekê de bi namzetên partiya xwe re axivî û gefa pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.

`DIJMINATIYEKE KEVNAR E HETA BERIYA AVAKIRINA PKK’Ê YE`

Nivîskar Bozan Kahro got: “Hinek dixwazin dijminatiya Tirkiyê bi kurdan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şerê wê yê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve girê bidin. Lê di rastiyê de, ev dijminatî kevnar e û heta beriya avakirina PKK`ê û zayîna serokê wê Abdullah Ocalan e. Lewra dewleta Tirk ji hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike, Rêveberiya Xweser û xewna kurdan li Rojavayê Kurdistanê têk bibe.”

Karho wiha domand: “Erdogan carekê di xîtabeke xwe de got, ez nahêlim korîdoreke terorîst mîna çiravê li bakurê Iraqê, li ser sînorên me yên başûr yên li bakurê Sûriyê bê avakirin. Erdogan dixwaze di bin navên cuda de, DAIŞ`ê vejîne, rê li pêşiya torên El-Nusra û El-Qaîde veke da ku rola komên Ixwan Muslimîn û El-Qaîde geş bike, Gurên Boz belav bike ku kiryarên kirêt mîna teqandin û bûyerên kuştinê li Sûriyê û derveyê wê pêk bîne.”

Her wiha karho diyar kir ku hikumeta Enqere hîna di vê milî de bi israr e û guh nade helwestên dewletên cîran ên ereb û neereb û heta helwestên dewletên endamên Meclisa Ewlehiyê paşguh dike.

`VEBIJÊRKÊN ŞER`

Endamê Komîteya Fermandariya PKK`ê Murad Karayilan di daxuyaniya xwe ya dawî de ku piştî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di 17`ê Nîsanê de, hatin destpêkirin got: “Stratejiya şerê heyî, tunekirina PKK û destkeftiyên gelê Kurd e. piştre kontrolkirina gelên ereb e. Ew armanc dike Hewlêr û Bexda bixe bin kontrola xwe.”

Di rastiyê de ew stratejî, stratejiya şerê Tirkiyê li Sûriyê ye. Rast e Tirkiyê di radeya yekemîn de kurdan dike hedef, lê heke bi serkeve û wan tune bike, dê dora ereban were. Ji dîrokê xuya dibe ku Tirk dijmnatiya neteweyên din ên ne tirk dike.

Li ser vê bingehê Bozan Karho got: “Divê gelên herêmê li hember niyêtên osmaniya nû ya bi serkêşiya Erdogan, hevgirtî bin ku artêşeke yeniçerî ya nû ji opozîsyona Sûriyê ya terorîst anku Îtîlafa Sûriyê ava kir ku planên belavkirina tevlihevî û fitneyê pêk bînin.”

Di pratîkê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji ciwanên kurd, ereb, suryan û gelek pêkhateyên din ava bûye, hêza yekane li hember firehbûn û êrişên dewleta Tirk ên li Sûriyê disekine.

(şx)

ANHA