Kazimî erka qaymeqamtiya Şengalê da waliyê Nînowa

Bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Waliyê Nînowa Necim Ciburî ji bo rêveberina karê qaymematiya Şengalê hate erkdarkirin.

Kazimî erka qaymeqamtiya Şengalê da waliyê Nînowa
26 nîsan, 2022   16:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Parêzgeha Nînowa Reid Ebas, bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Waliyê Nînowa Necim Ciburî ji bo rêveberina karê qaymematiya Şengalê erkdar kiriye.

Li gorî biryara Kazimî, wê her roja Pênçşemê Necim Ciburî li Şengalê dewam bike û karê Şengalê rêve bibe.

Ev çend roj in artêşa Iraqê hêzek zêde şandiye Şengalê. Ji berî çend rojan alozî di navbera artêşa Iraqê û Asayişa Êzidîxwazê de derket  ku artêşa Iraqê hewl dabû dest dane li ser nuqteyên asayîşa Êzidîxanê. Duh ji artêşa Iraqê gelek çekên giran şand Şengalê.