Kazimî erka qaymeqamtiya Şengalê betal kir

Serokwezîr Mistefa Kazimî erka qeymeqatiya waliyê Nînowa Necim Ciburî ji bo rêvebirina Şengalê betal kir.

Kazimî erka qaymeqamtiya Şengalê betal kir
26 nîsan, 2022   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê parêzgeha Nînowa Reid Ebasî bi daxuyaniyekê got serokwezîr Kazimî biryara erkdarkirina Necim Ciburî ji bo rêvebirina Şengalê betal kir.

Reid Ebasî da zanîn ku heta vê kêliyê, tevî nivîseke erkdarkirinê bi awayekî fermi gihaşt dîwana parêzgehê, sedemên betalkirinê ne diyar in.

Çavkanî: Rojnews