' Êrişên dewleta Tirk girêdana me ya bi xaka me ve xurtir dike'

Meclisa bajarokê Cirin ê kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên kantonê şermezar kir û got, êriş îsrara girêdana bi xakê vê zêde dike.

' Êrişên dewleta Tirk girêdana me ya bi xaka me ve xurtir dike'
26 nîsan, 2022   13:44
EYN ÎSA

Daxuyanî li gundê Bîr Ereb ê girêdayî bajarokê Cirin ê kantona Girê Spî ji aliyê hevserokê meclisa bajarokê Mehmûd Mistefa ve hate xwendin. Bi dehan endamên komîte û şêniyên bajar tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de êrişa duh a dewleta Tirk ali ser gundewarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê hate  şermezarkirin ku di encama wê de welatiyek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Her wiha hate diyarkirin ku sedema zêdekirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmê ji ber binketina siyaseta wê ya hundirîn û derve, her wiha têkçûyînên wê li çiyayên Kurdistanê ye. Di daxuyaniyê de helwesta Rûsya ya garantor a der barê êrişan de hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku têkeve tevgerê û erka xwe pêk bîne da ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û hate gotin, êriş îrade û îsrara wan ji bo berxwedan û girêdana bi axê ve têk nabe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana li ser xetên şer ji gundewarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê (El-Erîda, Bîr Ereb, Seyda û Mielek) zêde kir di encama wê de welatiyê bi navê Mihemed Elî Osman (26) ê ji gundê El-Îdaniye jiyana xwe ji dest da û welatiyê temen mezin ê bi navê Mihemed Eyûb (60) jî birîndar bû.

Bi vê yekê re hejmara şehîd û birîndarên ji ber êriş û topbarana dewleta Tirk li ser gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê bû 60 welatî di navde jin û zarok.

(bx)

ANHA