Dayikên gerîla bang li malbatên pêşmerge kir: Bila zarokên we nekevin xefka planên Tirkiyê û PDK`ê

Dayikên gerîla bang li malbatên pêşmergeyan kir ku nehêlin zarokên wan bikevin xefka planên dewleta Tirk a dagirker û siyastên PDK'ê yên derxistina şerekî navxweyî di navbera kurdan de kir.

Dayikên gerîla bang li malbatên pêşmerge kir: Bila zarokên we nekevin xefka planên Tirkiyê û PDK`ê
26 nîsan, 2022   14:03
HELEB

Bi dehan dayikên gerîla yên taxên Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Daxuyanî li ber navenda Kongara Star a beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê dayika şehîd Ezîz, Raniya Cafer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên faşîzma dewlet Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û berxwedana gerîlayan hate silavkirin. Hate gotin, mafê gerîla heye herêman Kurdan ji êrişên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk biparêze. Her wiha hate destnîşankirin ku êriş wê têk biçin.

Dayikên gerîlayan diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk aliyekî tenê nade ehdef, lê tevahî gelên azadîxwaz ên li herêmê dike hedef.

Têkildarî beşdarbûna PDK'ê di van êrişan de, hate gotin: "Îro dîsa xeta xiyanetê dûbare dibe. PDK'ê ku xwe wekî bira dibîne li ser xiyanetê ava bûye û xeta bapîrên xwe didomîne."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em dayikên gerîla şerê Kurd bi Kurdan re ku dibe sedema şehadeta zarokên me, heger pêşermge be ya jî gerîla be bi tundî red dikin. Ev şer dikeve xizmeta dijminê ku dixwaze me parçe bike û Kurdan û dîroka wan kevnar ji holê rake."

Dayikên gerîla bang li malbatên pêşermgeyan kir ku nehêlin zarokên wan beşdarî şerê ku xizmeta dijmin dike, bibin.

ANHA