Li Bexdayê di operasyona hêzên Iraqê de 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin

Li qezaya Tarmiyê ya bakurê paytexta Iraq Bexdayê li dijî çeteyên DAIŞ`ê operasyonek hat lidarxistin, di encamê de 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Li Bexdayê di operasyona hêzên Iraqê de 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin
26 nîsan, 2022   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê wiha ragihand: "Bi operasyonekê li gorî agahiyên taybet, hêzeke hevbeş a Firqeya 6`an ya Fermandehiya Operasyonên Bexdayê û Saziya Ewlehiya Nîştimanî li qezaya Tarmiyê ya bakurê Bexdayê, 2 terorîst hatin kuştin, ku yek ji wan xwekuj bû. Di operasyonê de her wiha leşkerî Iraqê şehîd bû û efserek birîndar bû.”

(dx)