Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan careke din ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
26 nîsan, 2022   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Newroz Uysal û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan herî dawî di 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîbû.