Hemleya “Paqijiya bajêr ji paqijiya civakê ye” li Qamişlo berdewam e

Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê daye destpêkirin bi beşdariya Odaya Bazirganiyê û Esnafan li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo didome.

Hemleya “Paqijiya bajêr ji paqijiya civakê ye” li Qamişlo berdewam e
26 nîsan, 2022   11:34
QAMIŞLO

Endamên Odeya Bazirganiyê û Esnafan û şêniyên taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo tev li hemleyê bûn.

Beşdarên hemleyê îro ji çerxerêya Şehîdên Entersyonal a li taxa Enteriyê dest bi paqijiyê kirin û qad û kolanên şaxî yên ji rêya Hîzamê û heta Goristana Şehîdan û heta çarxerêya Efrîn ya li taxê, hatin paqijkirin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 28`ê Adarê de dest bi hemleya “Paqijiya bajêr ji paqijiya civakê ye” kiribû. Tê payîn ku hemle heta mehekê berdewam bike. Heta niha tax û kolanên sereke yên Qamişlo hatine paqijkirin.

(şx)

ANHA