Çalakiya konvedanê li Minbicê jî dest pê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medya û Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya konvedanê li dar xist.

Çalakiya konvedanê li Minbicê jî dest pê kir
26 nîsan, 2022   12:15
MINBIC

Îro endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê, Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê, Komîteya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li çalakiyê bûn ku tê payîn 3 rojan berdewam bike.

Di çalakiyê de, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El-Cemîlî axivî û got: “Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker me çalakiya xwe li dar xist. Hedefgirtina gerîla tê wateya hedefgirtina vîna gelan.”

El-Cemîlî wiha domand: “Bi vîna xurt a ku rêber Abdullah Ocalan di nava gerîla de çandiye, li hember çekên qedexekirî li ber xwe didin.”

Her wiha hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo axivî û got: “Dewleta Tirk bi rêya projeya xwe ya firehkirinê hewl dide Împaratoriya Osmanî vejîne. Lê mixabin, her tim hevkaran bi kar tîne da ku ajandeyên xwe pêk bîne.”

El-Ebo ev li gotinên xwe zêde kir: “Şênî û rêveberiya Minbicê, van sûcan red dikin ku li dijî qanûnên navneteweyî ne.”

El-Ebo diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze herêmê dagir bike da ku giyanê berxwedanê yê li herêmê û projeya neteweya demokratîk têk bibe ku li ser biratiya gelan, azadî û wekheviyê ava bûye.

Tê payîn ku hemû saziyên sivîl, leşkerî û partiyên Minbicê tev li çalakiyê bibin.

(şx)

ANHA