Rêxistina Nûdem însiyatîfa ‘Baskên Hêviyê’ bi dawî kir

Rêxistina Nûdem bi hevkariya Hevya Sor a Kurd qonaxa sêyemîn a însiyatîfa ‘Baskên Hêviyê’ li Qamişloyê bi dawî kir.

Rêxistina Nûdem însiyatîfa ‘Baskên Hêviyê’ bi dawî kir
26 nîsan, 2022   11:27
QAMIŞLO

Di çarçoveya ‘Însiyatîfa Baskên Hêviyê’ de ku Rêxistina Nûdem bi hevkariya Heyva Sor a Kurd di 2`yê Adarê de ji bo piştgiriya kesên astengdar dabû destpêkirin, rêxistinê îro li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo pêvajoya dawîn a însiyatîfê bi dawî kir û 20 kursî û gopal li kesên astengdar û 10 kursî li zarokên astengdar belav kirin.

Rêxistinê di qonaxa yekemîn de 130 kursî û 170 gopal li zarok û mezinan belav kiribûn.

Di qonaxa duyemîn de jî ku 6`ê Nîsanê pêk hat, rêxistinê 2 kursî li zarokan, 4 kursî û 3 gopal jî li mezinan belav kiribûn.

(şx)

ANHA