Partiyên herêma Efrînê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Partiyên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medya, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku fişarê li dagirkeriya Tirk bikin da ku şerê xwe yê li dijî gelê Kurd û gelên herêmê bi dawî bike.

Partiyên herêma Efrînê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
26 nîsan, 2022   10:28
ŞEHBA

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Efrînê Welîd Dengelî û endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) Bêrîvan Elo daxuyanî xwend. Endamên partiyan, nûnerên yekitiyan û saziyên sivîl li parka navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li gel mijûlbûna cîhanê bi şerê cîhanê yê sêyemîn, bi taybet şerê Rûsya-Ukraynayê, dewleta Tirk vê rewşê bi kar tîne, li gel bêdengiya biguman a civata navneteweyî û bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 17`ê Nîsanê êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê; Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji van êrişan ne tenê tunekirina PKK’ê armanc dike lê belê hewl dide hebûna Kurdan û tecrubeya rêveberiya xweser a Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê PDK fêm bike eger destkeftiyên gelê Kurd yên ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê pêk anîne, tune bibin, wê dora destkeftiyên gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê were.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku şerê xwe yê li dijî Kurdan û gelên herêmê bi dawî bike, vegere ser maseya diyalogê, doza kurd bi awayekî aştiyane çareser bike. Her wiha bang li PDK`ê hat kirin ku dev ji têkiliyên xwe ya bi dewleta Tirk re berde û li rex gelê Kurd bisekine, ji bo ku gelê Kurd di hevkêşe û nexşerêya nû ya serdama 21`an de cih bigire.

(şx)

ANHA