Ciwanên Qamişlo piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da

Ciwanên Qamişlo êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê şermezar kirin û tekez kirin ku ew amade ne çek hilgirin û piştgirî bidin gerîla.

Ciwanên Qamişlo piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da
25 nîsan, 2022   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo meşek li dar xist.

Meşa ciwanan ji pira taxa Siwês dest pê kir û ber bi qada taxa Cûdî ketin rê. Di meşê de siloganên silvakirina berxwedana gerîla û şermezarkirina hevkariya PDK'ê bi artêşa Tirk a dagirker re hatin berzkirin.

Beşdaran alên PKK'ê, wêneyên rêber Ocalan û pankartên "bijî berxwedana gerîla, dem dema berxwedana gerîla ye" bilind kirin.

/ar/uploads/files/2022/04/25/195022_shyrw-ahmd.webp

Li qada taxa Cûdî, ciwanan deqeyeke rêz girt, piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Şêro Ehmed axivî û wiha got: "Em hemû amade ne çek hilgirin û piştgirî bidin gerîla."

/ar/uploads/files/2022/04/25/195040_img_0874.webp

Ehmed hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û wiha domand: "Em ê bi hemû hêz û îradeya xwe li hember vê siyasetê bisekinin."

Çalakî bi vêxistina agir û siloganên silavkirina berxwedana li çiyayên Kurdistanê bi dawî bû.

(şt)

ANHA