Birîndarên şer: Tirkiye ji DAIŞ xetertir e û divê li hemberê were sekinandin

"Bi berxwedana û têkoşînê me karî xaka xwe ji terora DAIŞ`ê rizgar bikira û bi hevgiritina xwe em li dijî êrişên dagirkeriya Tirk sekinîn û em ê parastina xaka xwe bikin", bi van gotinan birîndarên şer ên li Reqayê behsa israr û vîna xwe ya parastina herêmê kirin.

Birîndarên şer: Tirkiye ji DAIŞ xetertir e û divê li hemberê were sekinandin
26 nîsan, 2022   08:22
REQA-EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de asta êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye, hemwextî vê jî bi beşdariya PDK`ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Dewleta Tirk mijûlbûna cîhanê bi liv û tevgera leşkerî yên Rûsya li Ukraynayê bi kar tine û êrişên xwe zêde kirine.

Der barê mijarê de ajansa me hevdîtin bi birîndarên şer ên li bajarê Reqayê re çêkir. Birîndaran anî ziman ku di oxira rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê de berdêl dan û ew ê ji bo rizgarkirina herêmê ji artêşa Tirk a dagirker amade ne berdêlan bidin.

Hesen Mihemed ku ew jî birîndarekî şer e destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ne tenê pêkhateyekê dike armanc, lê belê hemû pêkhateyan dike hedef. Di serî de projeya neteweya demokratîk dike armanc.

Mihemed diyar kir ku di oxira rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ`ê de, lingê xwe winda kir û ji bo parastina vê projeya ku yekitiya pêkhateyên herêmê ava kir, amade ye hîn zêdetir berdêlan bide.

Mihemed da zanîn ku divê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker hevgirtî bin, ji ber ku yekane rêbaza parastina xakê ye.

Birîndar Seyf El-Elî jî axivî û got: "Ger ne ji berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û fedekariya wan bûya, me nedikarî DAIŞ ku gefan li cîhanê dixwe, têk bibira."

El-Elî da zanîn ku ger ne ji hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûya, wan nedikarî herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikira. Li ser vê yekê ew ê rê nedin dagirkeran ku derbasî xaka bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin, bibin.

Di dawiyê de El-Elî îşaret got artêşa Tirk a dagirker ji DAIŞ`ê xetertir e û divê li hemberî van êrişan pêkhateyên herêmê yekitî û hevgirtina xwe ava bikin, her wiha bi aramnca parastina xakê hîn zêdetir berdêlan bidin û destekê bidin QSD`ê.

(eh)

ANHA