Îsraîl cezayên aborî li Xezayê ferz kirin; gelo şer nêz dibe?

Li hember aloziya li ser erdê û avêtina mûşekan ji Xezayê ve, Îsraîlê cezayên aborî li ser Xezayê ferz kirin.

Îsraîl cezayên aborî li Xezayê ferz kirin; gelo şer nêz dibe?
26 nîsan, 2022   08:29
XEZA – OMER MÛSA

Girtina deriyê Îrez ê bi ser Xezayê ve ji aliyê Îsraîlê ve û qedexekirina derbasbûna karkerên Xezayê yênli Îsraîlê bixebitin, wekî bersiva li dijî zêdebûna nakokiyên meydanî li Xezayê û avêtina moşekan ber bi Îsraîlê ve bû. Ev cara yekemîn e ku Îsraîlê hişt karkerên Xezayê li Îsraîlê bixebitin.  Ew yek ji encamên peymana agirbestê ye ku bi sponseriya misirî, erebî û navneteweyî di Gulana 2021`an de hate lidarxistin.

Wezîrê artêşa Îsraîlê Benny Gantz ragihand ku girtina deriyê Îrez ê bakurê Xezayê li pêşiya xebatkaran di roja duyemîn de didome û diyar kir ku derî girêdayî aramiya rewşa ewlehiyê li Xezayê ye.

Gantz di daxuyaniya ku malperên Îsraîlê ragihand de got: "Divê kom û kesên ku tevlîheviyê derdixin zanibin ku kesên ku zehmetiyan ji ber rewşa aborî, sivîl û leşkerî dikişînin. Derfeta me heye ku hemû rêbazên li gel xwe di dema wê de bi kar bînin."

 ‘CEZAKIRINA GIŞTÎ YE‘

Serokê Yekitiya Giştî ya Sendîkaya Karkerên Filistînê li Xezayê Samî El-Emsî ji ajansa me re diyar kir ku qedexekirina derbasbûna xebatkaran ji aliyê Îsraîlê ve ya bi hinceta avêtina moşekan ji aliyê Xezayê ve cezakirineke giştî ye û destnîşan kir ku 12 hezar karker li Xezayê dê ji debara xwe ya rojane bê par bimînin.

Li gorî El-Emsî, dê ew biryar bandoreke neyînî li ser rewşa Xezayê bike ku ji beriya zêdetirî 15 salan ve dorpêçkirî ye, nexasim dosyaya xebatkaran weke gavekê ji bo çareserkirina rewşa jiyanî ya heyî li Xezayê ye.

El-Emsî wiha domand: "Tişta ku dihêle bandoreke neyînî ji ber vê biryara Îsralîlê zêde bibe  nêzîkbûna Cejna Remezanê û pêdiviyên wê ye. Îsraîl dixwaze debara jiyana rojane ya karkeran bi rewşa ewlehiyê ve girê bide. Ji bo zexta gel li Xezayê derkeve da ku nakokiyên bi Îsraîlê re, red bike."

El-Emsî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Niyetên Îsraîlê yên xeter li pey vê gavê hene. Qedexeya derbasbûna karkeran vê yekê eşkere dike. Îsraîl tu girîngiyê nade sivikkirina rewşa karkerên li Xezayê û ne jî ji bo başbûna rewşa aborî. Lê belê wan weke kaxizekê li dijî komên filistînî bi kar tîne."

El-Emsî da zanîn ku divê karker û qûta malbatên wan dûrî nakokiyên siyasî bê hiştin.

Li gorî çavdêran, berdewama qedexekirina Îsraîlê ya derbasbûna xebatkarên Xezayê tê wateya ku rewşa ewlehî û meydanî li Xezayê zêdetir bi nakok bibe nexasim ku komên filistînî bi taybet Tevger Hemas ku Xezayê bi rê ve dibe cara yekemîn rastî destkeftiyeke ku ji ber şerê dawî bi dest xistiye tê û ew jî weke kaxizeke zextê li dijî wê ye.

Li Xezayê, ji ber şerên bênavber û ambargoya ku Îsraîlê ji beriya zêdetirî 15 salan ve biriye, welatiyên wê azarên jiyanî û aborî dikişînin.

(bx)

ANHA