Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didome û derman êdî diqede

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Leyla Hesen hişyarî ji xilasbûna dermanan li taxa Şêxmeqsûd ji ber ambargoya ku firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê ferz dike da û anî zaman ku ev yek jiyana bi dehan nexweşan bi xeteriyê re rûbirû dihêle.

Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didome û derman êdî diqede
26 nîsan, 2022   06:02
HELEB – ARIF SILÊMAN

Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê ambargoyê ferz dike û 45 roj in nahêle ku madeyên xwarinê, ard û sotemenî û 21 roj in jî nahêle ku derman derbas taxên Şêxmeqsûd û Eşrfiyê bibin.

Di vê çarçoveyê de Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Leyla Hesen ji ANHA`yê re wiha axivî: "Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji 13`ê Adara borî ve, ferz dike. Her wiha nehêle ku madeyên xwarinê, sotemenî, ard û derman derbasî herêmê bibin."

Leyla destnîşan kir ku her du taxên bajarê Helebê yê Sûriyê hatine dorpêçkirin, bendên kontrolê yên firqeya 4`an derfetê nade ku derman derbas bibe, derman hema bêje ji dermanxaneyan xilas dibin û wiha domand: "Nahêlin ku dermanê zarokan, dermanê nexweşên dil û nexweşiyên giran derbasî herêmê bibin. Gelek nexweş hene ku ji ber tunebûna derman di taxê de rewşa wan giran e. Ew jî ji ber zextên bendên kontrolê yên firqeya 4`an."

Leyla Hesen teqez kir ku şirketên dermanan û nûnerên wan nikarin ji ber kirinên bendên kontrolê yên firqeya 4`an derman derbasî taxê bikin. Yek ji nûneran kertoneke biçûk ji derman derbas kir lê endamên bendê kontrolê 50 hezarê sûrî ji wî standin."

Leyla wiha pêde çû: "Sedema bilindbûna buhayê dermanan di taxê de ambargoya ku firqeya 4`an û ferzkirina baceyan li ser şîrketên dermana ye. Ji ber vê yekê jî şênî zehmetiyan dibînin."

Leyla destnîşan kir ku ji ber guhertina hewayê, toza zêde bi dehan zarok û temen mezin rastî bêhinçikandinê, rebû û îltîhaba sîngê tên û oksîjen ji bo dermankirina nexweşan, tune ye.

Leyla Hesen di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe pêk bînin, bendên kontrolê yên firqeya 4`an ku li deriyê veguhestina taxa Şêxmqsûd û Eşrefiyê belav bûne rakin da ku pêwîstî û pêdiviyên şêniyan peyda bikin û dermanan jî derbasî taxê bikin.

(bx)

ANHA