Li Minbicê şehîdên Qereçoxê hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Minbicê bi boneya Cejna Şehîdan, şehîdên Qereçox û şehîdên bajêr bi bîr anîn û mûm li ser gorên şehîdan ên li goristana şehîdan a li aliyê başûrê bajêr, pêxistin.

Li Minbicê şehîdên Qereçoxê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên Qereçoxê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên Qereçoxê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên Qereçoxê hatin bibîranîn
Li Minbicê şehîdên Qereçoxê hatin bibîranîn
25 nîsan, 2022   20:11
MINBIC

Şêniyên Minbic, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîh Izedîn wiha axivî: "Em şehîdên xwe ne tenê di cejna wan de bi bîr tînin. Ew her tim di dilê me de ne û rojên me hemû cejnên şehîdan e. Ji ber şehadet xwedî nirxekî mezin e û em çi bikin lê em ê deyndarên wan bin."

Piştre Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nazîfe Xelo jî ev tişt anî ziman: "Îro Cejna Şehîdan e ku berhema fedakariyên şehîdan in da ku em di nav ewlehî û istiqrarê de ne. Em şehîdên komkujiya Qereçoxê jî bîr nakin. Pêwîstiya her welatekî bi berdêlan heye. Me jî bi hezeran şehîd dan da ku em bi aramî û ewlehî bijîn."

Her wiha Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî jî Cejna Şehîdan li malbatên şehîdan pîroz kir û soza şopandina rêya wan da.

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(bx)

ANHA