Serokê Tayîfeya Sabieyên Mendayî banga vekişandina hêzên Tirkiyê ji Iraqê kir

Serokê Tayîfeya Sabieyên Mendayî li Iraq û cîhanê şêx Setar Cebar Hilo nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da û bang li dewleta Tirk kir ku hêzên xwe bi temamî ji xaka Iraqê vekişîne.

Serokê Tayîfeya Sabieyên Mendayî banga vekişandina hêzên Tirkiyê ji Iraqê kir
26 nîsan, 2022   01:36
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Ji 17'ê vê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK'ê êrişên dagirkirinê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ev êriş di kesayeta Tevgera Rizgariya Kurdistanê de li dijî nasnameya kurdî ye.

Li hemberî van êrişan bertekên gelên Kurd û Ereb zêde dibin.

19'ê Nîsanê Komkara Ereban bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir ku got, ev êriş binpêkirina serdestiya Iraqê û qanûnên navneteweyî ye.

Serokê Tayîfeya Sabieyên Mendayî li Iraq û cîhanê şêx Setar Cebar Hilo ji ANHA'yê re axivî, û got, êrişên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê nayê qebûlkirin û wiha domand: "Di demekê de ku em operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê şermezar dikin û dibînin ku nayê qebûlkirin, em diyar dikin ku ku xurtkirina têkiliyên erênî bi Tirkiyê re esasê berjewendiyên hevpar û çareserkirina pirsgirêkên ewehiyê ne. Di kiryarên ewlehî yên yekalî ji bo çareserkirina dozên ewlehiyê de divê rêzê ji serdestiya Iraqê bê girtin."

Şêx Cebar Hilo got: "Em qebûl nakin ku xaka Iraqê bibe qada nakok û çareserkirina hesaban."

'DIVÊ HÊZÊN TIRKIYÊ BI TEMAMÎ JI XAKA IRAQÊ DERKEVE'

Şêx Cebar Hilo îşaret pê kir ku divê hêzên Tirkiyê ji xaka Iraqê derkevin û wiha domand: "Divê Tirkiyê tevahî hêzên xwe ji xaka Iraqê vekişîne û rêzê ji serdestiya wê ya niştimanî bigire. Ji ber ku mîna van kiryarên dijber nabe zemîneke guncaw ji bo dîtina çareseriyên hevbeş û mayînde yên ewlehiyê re ku ji erkên sereke ye. Zêdekirina tevkariya ewlehiyê di navbera her du aliyan de rêya yekane ya pêkanîna armancan û rêgirtina li ber pirsgirêkan e."

Serokê Tayîfeya Sabieyên Mendayî li Iraq û cîhan diyar kir ku mafên qanûnî yê Iraqê heye ku li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî tedbîrên pêwîst û guncaw li hemberî kiryarên dijminane yên ku rêzê ji rêgezên cîrantiyê re nagire, pêk bîne.

ANHA