ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 26-4-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 26-4-2022`YAN
25 nîsan, 2022   23:00

Koçberên Efrîna dagirkirî yên li kampa Serdem a kantona Şehbayê dimînin, der barê çalakiya HRE'yê ya 22’yê vê mehê de kêfxweşiya anî ziman û piştrast kir ku ew li kêlek HRE’yê ne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Mezheba Sabieyên Medayî li Iraq û cîhan şêx Setar Cebar Hilo nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da û bang li dewleta Tirk kir ku hêzên xwe bi temamî ji xaka Iraqê vekişîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Li ser bajarê Derayê ku ji aliyê hikumeta Şamê ve "lihevkirin" têne kirin û rojane bûyerên revandin û qetilkirinê lê rû didin endamê damezrîner ê Kombûna Nîştimanî ya Sûrî li başûr Yasîn El-Belxî diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji van lihevkirinan ew e ku şerê xwe li dijî gel bidomîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku topbarana Kobanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, sûcekî nû li sicilê sûcên wê yên li herêmê tê zêdekirin. Dewleta Tirk a dagirker welatiyên ku bajarên xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirine, dike hedef.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Leyla Hesen hişyarî da ku ji ber ambargoyê derman li navçeya xilas bibe ku Firqeya 4`an a hikumeta Şamê li ser taxê ferz kiriye.

"Bi berxwedana û têkoşînê me karî xaka xwe ji terora DAIŞ`ê rizgar bikira û bi hevgiritina xwe em li dijî êrişên dagirkeriya Tirk sekinîn û em ê parastina xaka xwe bikin", bi van gotinan birîndarên şer ên li Reqayê behsa israr û vîna xwe ya parastina herêmê kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistinên mirovî yên di kampa koçberên Girê Spî de dixebitin, di mehên dawî de destekdayîna ji koçberan re kêm kiriye, rewşên wan ên jiyanî û aborî paşguh dikin. Girêdayî vê yekê, rêveberiya kampê bang li civata navneteweyî û rêxistinan kir ku alîkariyan  Her wiha rêveberiya kampê bang li civaka navneteweyî û rêxistinan kir ku alîkariyan polîtîza nekin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Li gorî pêşbiniyên pisporan, bandorên tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê parzemîna Ewropayê derbas dê bike û bandorê li herêma Rojhilata Navîn jî bike. Lêkolîner Nicholas Heras got DYA difikire ku mafê azadiyê bide Tirkiyê ku hîn zêdetir li herêmê tev bigere û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê vê yekê nîşan didin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî dewam dikin. Ev êriş wê ne êrişa yekemîn an jî êrişa dawîn a dewleta Tirk a mêtinger be. Di pirsgirêka Kurd de heta ku vebijêrka çareseriya demokratîk neyê tercîhkirin, heta mafên bingehîn neyên qebûlkirin û aştiyeke mayînde pêk neyê, operasyonên leşkerî dê her tim di rojevê de bin.

Ji 15 rojan ve dorpêça Firqeya 4'an  a girêdayî hêzên hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên yên Helebê dewam dike. Der barê wê de danûstanên di navbera Rêveberiya xweser û hikûmeta Şamê de bi însyatîfa Rûsyayê li Qamişlo tu encam bi xwe re neanî.

CIWAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên kovedanê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê û gundewarê wê ya ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemleya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Hesekê derbasî roja xwe ya sêyemîn bû ku li gorî wê çalakiyên cuda li bajêr tê lidarxistin, da ku têkoşînê û piştgiriya bi berxwedana HPG`ê were mezin kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Li hember tevliheviya meydanî û avêtina mûşekan ji Xezayê ve, Îsraîlê cezayên aborî li ser Xezayê ferz kirin.(BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Şêniyên herêma Cizîrê da zanîn ku ew destekê didin hemleya paqijkirinê ku ji aliyê TEV-DEM`ê ve hate destpêkirin û destnîşan kir ku paqijiya giştî erka her ferdên di civakê de ye.

Hemleya paqjiyê ya TEV-DEM`ê didome. Dê îro gelek kolanên Qamişlo ji çerxeriya Şehîdên Întersyonalîst werin paqijkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA