Şêniyên Helebê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn

Ji bo bîranîna şehîdên meha Nîsanê, Meclisa Mabatên Şehîdan a Helebê li ser gorên şehîdan ên li goristana herêma Şiqeyêf mûn vêxistin.

Şêniyên Helebê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
Şêniyên Helebê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
Şêniyên Helebê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
Şêniyên Helebê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
Şêniyên Helebê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
Şêniyên Helebê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
Şêniyên Helebê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
Şêniyên Helebê şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn
25 nîsan, 2022   20:32
HELEB-NESRÎN ŞÊXOR

Artêşa Tirk a dagirker di 25 Nîsana 2017'an de navenda fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin. Di encam de 20 şervanên YPG û YPJ`ê şehîd bûn.

Ji bo bîranîna şehîdên meha Nîsanê, şêniyên bajarê Helebê û Meclisa Malbatên Şehîdan, bi beşdariya saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Selwa Reşîd axivî û got: Em bi rêzdarî hemû şehîdên komkujiya 25 Nîsanê bi bîr tînin. Ev roj ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz e. Bi saya şehîdan me ev destkeftî bi dest xistin.”

Selwa di nava axaftina xwe de ev tişt jî anî ziman:"Dîrok careke din xwe dubare dike, artêşa Tirk a dagirker li dijî me komkujiyan pêk tîne, divê em piştgirî bidin hêzên xwe û ji bo rê li ber êriş û komkujiyan bê girtin li ber xwe bidin."

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso axivî û 25 Nîsanê li malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Em bejna xwe li ber şehîdan û sembola azadiiyê rêber Abdullah Ocalan ditewînin.”

Ayşe Hiso diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan gelek destkeftî hatin bidestxistin, gelê Kurd ji xewê şiyar bû û rêgeza biratiya gelan ji xwe re bingeh girt.

Ayîşe Hiso bal kişand ser hevkariya PDK'ê jî û got:"PDK'ê careke din rêya xiyanetê hilbijart, bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî birayên xwe şer dike."

Hevseroka PYD'ê Ayîşe Hiso di dawiyê de ev tişt anî ziman:"Şehîdan her tiştên xwe yên biha ji bo welat feda kirin, em jî li ser rêya wan dê bimeşin heta ku armancên wan pêk tên.”

Merasîm bi vêxistina mûman li ser gorên şehîdan a li goristanê bi dawî bû.

(şt)

ANHA