Ciwanên herêma Firatê ji bo piştgirî bidin gerîla seferberî ragihand

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê meşek bi meşeleyan li dar xist û ji bo piştgirî bidin gerîlayan seferberî ragihand.

Ciwanên herêma Firatê ji bo piştgirî bidin gerîla seferberî ragihand
25 nîsan, 2022   20:22
QAMIŞLO

Ciwanên herêma Firatê di meşa xwe de hevkariya PDK'ê bi artêşa Tirk a dagirker re şermezar kir.

Meşa ciwanan bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê li dar ket.

Di meşê de hevseroka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û seferberiya giştî ragihand. Her wiha Hebûn bang li ciwanan kir ku li ser hemû asta têkoşînê mezin bikin û piştigiriyê bidin gerîlayan.

Hebûn wiha domand: "Em ê heta pêkanîna xewnên xwe li ser şopa gerîlayan bimeşin, em ê planên dagirkeriyê têk bibin, li ku derê bê xwestin em amade ne şer bikin, em ê li gorî berpirsyariyê bin.”

Hebûn seferberiya giştî ji bo piştgiriya gerîla bikin, ragihand.

Meşa meşeleyan ji çerxerêya Aştî dest pê kir û li çerxerêya Jina Azad rawestiya.

(şt)

ANHA