'Em ê piştgiriya xwe ji bo berxwedana girtiyên siyasî bidomînin'

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku gelê Kurd û girtiyên siyasî wê li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li girtîgehan, teslîm nebin û piştgiriya xwe ji bo malbatên girtiyan piştrast kirin.

'Em ê piştgiriya xwe ji bo berxwedana girtiyên siyasî bidomînin'
25 nîsan, 2022   07:54
HELEB- ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya hikumeta AKP'ê, siyaseta xwe ya qirkirin û tunekirinê li dijî gelê Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd didomîne.

Welatiya bi navê Aytan Reşo kiryarên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedarên Kurd ên di girtîgehên Tirkiyê de, şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk çiqas kiryarên xwe li dijî girtiyên Kurd zêde bike, wê nikaribe îrade û berxwedana wan a li dijî zilm û qirkirinê bişkîne û ew dev ji doza azadiya xwe bernadin.”

Aytan Reşo piştgiriya xwe ji bo malbatên girtiyên destnîşan kir ku ji bo azadiya gelê xwe hatine girtin û got: "Em amade ne ku li kêleka malbatên girtiyan bisekinin, ji ber ku zarokên wan ji bo me tê dikoşin, em ê ji bo bidawîkirina van kiryarên li ser wan, tê bikoşin."

'DEWLETA TIRK KURDAN DI GIRTÎGEHAN DE DIKUJE'

Welatiyê bi navê Ehmed Nebîko daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya AKP'ê li dijî gelê Kurd siyaseta qirkirin û tunekirinê dimeşîne û got: "Dewleta Tirk a dagirker li ku derê be êrişî Kurdan dike û êşkenceyê li wan dike. Di encama êşkenceyê de bi dehan siyasetmedarên Kurd di girtîgehên wan de tên kuştin, ji bo ku Kurdan tune bike."

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ KURDAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ SÛCAN DIKE'

Welatiyê bi navê Omer Omer got: “Dewleta Tirk her roj siyasetmedarên Kurd digire, ji ber ku daxwaza mafên xwe dikin û her kesê ku dibêje ez Kurd im, dixe girtîgehê. Em tiştê ku li girtîgehan diqewime qebûl nakin û em ê hesabê ji sûcdaran bixwazin."

Omer da zanîn ku têkoşîna Kurdan a ji bo pêkanîna armancên xwe dewam dike û bang li komeleyên mafên mirovan û saziyên pêwendîdar kir ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ku dev ji neheqî, êşkence û sûcên li dijî Kurdan û girtiyên siyasî berde.

(dx)

ANHA