​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dosyaya qirkirina Ermenan Tirkiyê metirsîdar dike

Rojnameyên erebî vê sibehê têkildarî helwestên aliyên Iraqê yên li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûr, înkarkirin û tirsa dewleta Tirk ji dosyaya Komkujiya Ermenan û rewşa Lîbyayê nivîsîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dosyaya qirkirina Ermenan Tirkiyê metirsîdar dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dosyaya qirkirina Ermenan Tirkiyê metirsîdar dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dosyaya qirkirina Ermenan Tirkiyê metirsîdar dike
25 nîsan, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL-ZAMELÎ: ÎRAN Û TIRKIYE LAWAZIYA IRAQÊ BI KAR TÎNIN

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Cîgirê serokê parlamantoya Iraqê Hakim El-Zamelî, Îran û dewleta Tirk tawanbar kirin ku lawaziya Iraqê bi kar tînin û êriş û operasyonên leşkerî li ser xaka wê pêk tînin.

Duh parlamentoya Iraqê ji bo nîqaşkirina destdirêjiyên Tirkiye û Îranê li ser xaka Iraqê bi beşdarbûna wezîrê karên derve Fûad Hisên û wekîlê herî kevn ê wezaretê Nîzar El-Xerallah, civîneke berfirfeh li dar xistibû. Di civînê de, El-Zamelî ku fermandarekî berz ê Tevgera Sadir e, got: “Endamê Komîteya Têkiliyên Derve û serokê Bloka Sadir Hesen El-Ezarî der barê binpêkirinên domdar ên dewletên cîran bi taybet Tirkiye û Îranê de, daxwaznameyek bi îmzeyên 50 parlamanteran pêşkêş kir.”

El-Zamelî destnîşan kir ku lawaziya Iraqê wekî fersend tê dîtin û di demên dawîn de ev binpêkirin zêde bûne. Hesen El-Ezarî jî got: “Di demên dawîn de destdirêjiyên domdar ên welatên cîran li ser xaka Iraqê zêde bûne. Ev yek welat dixe xetereyê.”

Der barê mijarê de akademîsyen Dr. Xalib El-Demî, destwerdana Îran û Tirkiyê bi rêya destdirêjiya yekser li ser xaka Iraqê anku qurtkirina avê, şermezar kir û got: “Bi nêrîna min divê ew dewlet fem bikin ku destwerdana wan li kar û barên Iraqê û destdirêjiyên wan li ser xaka Iraqê, ne rewa ye û divê li hemberê were sekinandin. Divê hikumeta Iraqê xaka Iraqê ji komên çekdar paqij bike, çi yên Tirkiyê çi jî yên Îranê dibin ku ji herêmên me destdirêjiyê li welatên cîran dikin, da ku bihaneyên wan dewletan ên destdirêjî û destwerdanê nemînin.”

‘TIRKIYÊ JI BER NASKIRINA KOMKUJIYA ERMENAN JI ALIYÊ BIDEN VE, BI HÊRS E’

Li ser Komkujiya Ermenan ku Osmaniyan pêk anîbû, rojnameya Ereb wiha nivîsî:  "Serokê Amerîkayê Jeo Biden qirkirina Ermenan a di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ya di serdema Împaratoriya Osmaniyan de bi qirkirineke komî bi nav kir. Vê yekê Tirkiye bi hêrs kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirk roja yekşemê got: "Em van daxuyanî û biryarên ku rastiyên dîrokî ji bo armancên siyasî reş dikin, şermezar dikin. Ew li ser şaşiyan israr dikin." Wezaretê her wiha got Biden şaşiya ku par kiribû, dîsa dubare dike.

Par, Biden qirkirina li dijî Ermenan wek qirkirineke komî qebûl kir. Li ser vê yekê jî Enqere ji Washingtonê xwest ku ji "vê şaşiya mezin" vegere.

Ermen diyar dikin ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, dema Împaratoriya Osmanî, ku wê demê bi Almanya û Awusturya-Macaristanê re hevalbend bûn, milyonek û nîv Ermen bi awayekî sîstematîk hatin kuştin. Her sal 24'ê Nîsanê de komkujiyê bi bîr tînin.

Parlamentoyên derdora 30 welatan Komkujiya Ermenan nas dikin.

Hîna dosyaya qirkirina Ermenan ji bo Tirkiyê cihê fikaran e. Tirkiyê gelek dewlet û hikumetan bi bikaranîna doza dîrokî ji bo ferzkirina zexta li ser wê, tawanbar dike.

ANKETA EL-BEYAN: LÎBYA BER BI RAGEŞIYEKE NÛ VE DIÇE

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsîk: "Vê demê li Lîbyayê aloziya petrolê derketiye. Saziya Nîştimanî ya Petrolê duşema borî ragihand hêzên Qahîreyê li bendera Ziwêtîna ya petrolê heta demeke din hene."

Li gorî anketa ku El-Beyan li ser malpera xwe û hesabê xwe yê Twitterê amade kiriye, ji sedî 61’ê beşdaran gotiye ku alozî dê serwer be û ji sedî 39 jî gotiye ku ev rewş dê bibe sedema dayîna tawîzan. Her wiha ji sedî 75’ê kesên ku li ser Twitterê beşdar bûne, texmîn dikin ku dê rageşî serwer be. Ji sedî 25’an jî destnîşan kir ku dê her du alî tawîzan bidin.

Mamosteyê zanistên siyasî Dr. Îsal El-Melkawî got rewşa Lîbyayê bi girêk e, hemû nîşane  diyar dikin ku dê rewş wekî xwe bimîne û Lîbya dê di bin gefa aloziyan de bimîne. Her wiha got: "Aloziya hundir-derve ya Lîbyayê û aloziya petrolê dê senaryoyên alozî û girtina zevî û benderên pterolê dewam bike.”

(cx, bb)