Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em amade ne çekê hilgirin û piştgirî bidin gerîla

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin, parastina Kurdistanê erka her kesî ye û ew amade ne çekan hilgirin û piştgiriyê bidin gerîlayan.

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em amade ne çekê hilgirin û piştgirî bidin gerîla
25 nîsan, 2022   07:45
BASIL REŞÎD-HESEKÊ

Ji 17'ê vê mehê ve êrişên artêşaTirk a dagirker  ên bi hevkariya PDK'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê girantir dibin.

Li seranserî Kurdistanê û cîhanê bertekên li hemberî van êrişan zêde dibin.

22'yê vê mehê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyekê bang gelê Kurdistanê, jin û ciwanan kiribû ku helwesteke cidî li hember êrişên dagirkeriyê nîşan bidin û li kêlek berxwedana gerîlayan bisekinin.

Li ser vê yekê ciwanên herêma Cizîrê diyar kirin ku ew amade ne çek rakin û li kêleka gerîlayan şer bikin.

Li ser mijarê ciwanê bi navê Mihemed Misto got: "Divê helwesta me li hember êrişên Tirkiyê yên bi beşdarbûna PDK'ê li hemberî Herêmên Parastinê ên Medyayê xurt be. Berdêl çi dibe bila bibe em ê li kêlek gerîla bisekinin."

Misto diyar kir ku ji ciwanan tê xwestin bêhtir xwe di warên siyasî û leşkerî de xwe bi rêxistin bikin û got: " Bi rêxistinbûyînê wê teqez tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi beşdarbûna PDK'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelên Kurdistanê têk biçin."

Li ser banga KCK'ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê roja Şemiya borî bi silogana "Em ê azadiya rêber Ocalan misoger bikin, werin cenga azadiyê" seferberî ragihandibû.

Ciwanê Kurd ê bi navê Tolhildan Koçer ê ji bajarê Qamişlo diyar kir ku tenê şermezarkirina êrişan têr nake û anî ziman ku divê li seranserî Kurdistanê çalakî li dijî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê bên lidarxistin.

Koçer axaftina rêber Abdullah Ocalan a 'Me bi ciwanan dest pê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikevin' bi bîr xist û wiha domand: "Ragihandina seferberiya giştî ji bo parastina xaka me û destkeftiyên me ku bi zendê şehîdên me hatine bidestxistin, bersiva herî guncaw a li hemberî van êrişan e. Ji bo vê yekê divê bil lez tevger bê kirin."

Koçer îşaret pê kir ku xiyanet û hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk a dagirker re eşkere bûye û diyar kir ku dagirker bi hevkariya PDK'ê çekên qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne û PDK'ê vê rewa dike.

Koçer  da zanîn ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe, parastina Kurdistanê erka her kesî ye û berpirsyartiya hemû kesên ku ser vê erdîngariyê dijîn e û wiha axaftina xwe domand: "Ji bo parastina Kurdistanê berdêl çi dibe bila bibe em ê bidin. Çiyayên me hêza me ne, hebûna wê girêdayî hebûna me ye. Em ê çek rakirin û berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û li hember her kesên ku êriş dikin, bisekinin."

Ciwana bi navê Şana Hebîb a ji bajarê Qamişlo diyar kir ku beşdariya ciwanan di nava refên gerîla de dê hemû êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têk bibin.

Şana Hebîb Bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku çek hilgirin û li kêlek gerîla bisekinin û ev tişt anî ziman:"Dê ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK'ê bedeng nemînin. "

(şt)

ANHA