​​​​​​​Nûrî Mehmûd: Divê em xwe biparêzin, şer bikin û bi ser bikevin

Tekildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên dagirkirina herêmê Nûrî Mehmûd, anî ziman ku ger ev êriş wiha berdewam bikin beguman wê hêzên wan jî bêdeng nemînin.

​​​​​​​Nûrî Mehmûd: Divê em xwe biparêzin, şer bikin û bi ser bikevin
24 nîsan, 2022   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN _ EHMED SEMÎR

Nûrî Mehmûd, destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser Başûrê Kurdistanê ne û got: “Îhtimalên êrişên cidî li dijî herêmên me hene. Wekî ku li dijî DAIŞ'ê me kir divê dîsa em xwe biparêzin, şer bikin û biserbikevin. ”

Berdevkê Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, têkildarî gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dagirkeriyê li herêmên Başûrê Kurdistanê ji ANHA'yê re axivî.

HEVDÎTINÊN BI EWROPA RE

Nûrî Mehmûd derbarê hevdîtinên li Ewropayê pêk anîn de ev tişt got: “Di pêvajoya pîrozbahiya Newrozê de em çûn Ewropa. Meclisa Demokratîk a Kurd li Fransa me dawetî resepsiyoneke ji bo êvara Newrozê kiribûn. Di wê resepsiyonê de em bi gelek dostên Kurd ên ewropî û fransî re tev li pîrozbahiyê bûn. Newroza îsal gelekî mezin bû ku gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û Ewropa xwedî lê derket. Tenê bi gelê Kurd re sînordar nema, gelek gel jî pîroz kir. Bi dostên gelê Kurd re rewş hatin parvekirin. Mijdarên wekî êrişên DAIŞ'ê yên li ser herêmên me, sedemên jinûve pêşketina DAIŞ, li herêmên dagirkirî xwerêxistinkirina çeteyan, tedbîrên pêwîst, xeteriya desthiladariya dewleta Tirk li ser gelê Kurd û hwd hatin parvekirin.”

`HEYA NIHA HELWESTÊN FERMÎ NEHATINE DAYÎN`

“Bêguman dostên gelê Kurd jî di van aliyan de helwestên xwe dan diyarkirin” bi van gotinan re Mehmûd, helwestên kesên bi wan re civiyan diyar kir û got: “Wekî serokê berê yê Fransayê birêz François Hollande deyndariya welatê xwe ji bo hêzên me da nîşandan. Her wiha diyar kir ku wê hewildanên xwe bikin da ku hikumeta welatê xwe yên cîhanê li ser rastiya diqewime hişyar bikin. Her kesên em bi wan re axivîn di vê baweriyê de bûn ku sedema ji nûvê hêzbûna DAIŞ ê cebheyên paş yên di bin dagirkeriyê de ne. Lê heya niha helwestên fermî ji aliyê hikumeta heyî an ku dîplomasiya heyî ya cîhanê ve ji bo sûc û hewildanên AKP/MHP pêş neketine.”

`ERDOGAN ŞERÊ UKRAYNA Û RÛSYA WEKÎ FIRSEND BI KAR TÎNE`

Bi pêşketina şerê Ukrayna û Rusya re, dewleta Tirk ji 17'ê Nîsanê ve êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Mehmûd, destnîşan kir ku dewleta Tirk vî şerî Ukrayna-Rûsya wekî firsend bikar tîne û ev tişt lê zêde kir: “Dema dawî rewşa desthilatdariya di hundirêTirkiyê de di aliyê siyasî, aborî, dîplomasî de gihiştibû rewşeke gelekî xirab. Heqîqeta vê desthilatdariyê bi komên terorîst ên xeternek bi rengekî baş derket holê. Di şerê Ukrayna de firsendek ji bo desthilatdariya di hundirê Tirkiyê de derket pêş. Ji xwe cîhan jî di mijara çareserkirina pirsgirêkên di hundirê Ukrayna û Rûsya de berpirsyartî hilneda.

Cîhan berpirsyartî li ser Erdogan kirin ku destê vê desthilatdariyê di xwîna civaka herêmê, xirabkirina şoreşa Sûriyê, pirsgirêka Rojhilata Navîn de heye.  Erdogan jî vê firsendê bi kar anî. Di bin siya vê de îroj em cardin dibînin ku hedefên tinekirina şoreşa gelê Kurd û pêşketina demokrasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe firsetek wiha derxist. Cîhan li hember vê rastiyê xemsar e. Cîhan wiha dide îzahkirin ku şerê li Ukrayna bi rengekî giran dewam dike û Erdogan jî vê firsetê bikar tîne.”

`EV TENÊ NE ÊRIŞA LI SER BAŞÛR E`

Mehmûd balkişand ser bêdengiya cîhanê ya li dijî şerê ku niha li Başûrê Kurdistanê diqewimê û got: “Hikumeta navendî ya Iraqê û PDK cih bi cih di şer de alîkar dibin. Ev xeteriyek mezin bi xwe re tîne. Ev tenê ne êrişa li ser Qendîlê ye. Ev êriş wê bigihêjê Mûsil, Kerkûk, Hewlerê ku hewil bidin êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bikin. Dixwaze hemû hêviyên demokratîk ji holê rake ku nifûza xwe li herêmê bi giştî xurt bike.” 

`ÎHTIMALÊN ÊRIŞÊN CIDÎ HENE`

Nûrî Mehmûd: “Ger ev êriş pêş bikeve wê Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bikin. Her wiha wê xeterî li ser Rojavayê Kurdistanê jî pêş bikeve. Îhtîmalên êrişên cidî hene. Aşkere desthilatdariya Tirkiyê dibêje ku `em ê êrişî Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Van gefan jî di bin navê îdiayên nerast dike ku ruxmî Koalîsyona Navneteweyî li herêmê heye dikin.”

`TIŞTÊ TIRK LI VIR DIKIN NIHA LI IRAQÊ JÎ DIKIN `

Hikumeta Iraqê di navbera Rojava û Şengalê de bi dirêjahiya 250 km dîwarê perçekirî çêkiriye. Nûrî Mehmûd, têkildarî lêkirina dîwarên perçekirî di navbera Rojava û Şengalê de jî  diyar kir ku ev ê firset bide aliyên ku armanca wan xirab e bi xebitin û got: “Ev çi dewleta Tirk dibe yan jî DAIŞ dibe. Tiştê ku dewleta Tirk li herêmên me dike em dibînin ku li ser Iraqê jî heman tiştî dike. PDK jî heman tiştan pêk tîne. Ji bo wê tişta ku li wir dibe esas ji hikumeta Iraqê û PDKê zêdetir biryara dewleta Tirk e. Bi temamî di bin bandora rejîma faşîst, cîhadîst ya AKP/ MHP'ê de ne û bi wê hişmendiyê tevdigerin. Vîna serbixwe tine ye li wir. Başûrê Kurdistanê jî teslîmî Erdogan û MHP dikin. Ev tiştê ku li hindurê Başûrê Kurdistanê de dibin encama destwerdana AKP/MHP ye.”

 “Her çiqas şerê li Ukrayna şerekî giran be, divê bibînin ku terora DAIŞ'ê her diçe pêş dikeve” bi van gotinan re Nûrî Mehmûd, armanca xeternek yên dewleta Tirk vegot: “Armanca wan sînrorên Misaqa Mîllî ne, heta hedefên wan yên mezintirîn hene ku piştî tinekirina projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexşeya Osmanî ku kismek Asya, Ewropa, giştî Rojhilata Navîn heye dixwaze bidest bixe. Lê ruxmî vê jî hikumetên cîhanê çavên xwe digrin.”

`JI BO PARASTINÊ ÇI DIVÊ EM Ê LI GOR WÊ TEVBIGERIN`

Têkildarî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve têne kirin, Nûrî Mehmûd encama hewildanên ji nûve pêşxistina DAIŞ'ê nirxand. Mehmûd, van êrişan wiha destgirt: “Bêguman me şer li hember DAIŞ ê kir lê em ne bi şer derketin pêş. Tişta ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû bi sazîbûna herêmê pêş ket. Em dixwazin pisgirêka bi siyaset û rêyên dîplomasî çareser bikin. Lê belê dema bê xwestin beguman ji bo jiyanek bi rûmet, demokratîk, azad ji bo parastinê çi pêwîst bike em ê li gor wê tev bigerin. Divê cîhan vê bizanibe ku tişta DAIŞ nikarîbû bike niha hikûmeta AKP/MHP dixwaze pêk bîne. Armanca DAIŞ û Erdogan ne cûda ne.”

`EM Ê BÊDENG NEMÎNIN`

Mehmûd destnîşan kir ku ger ev êriş wiha berdewam bikin wê bêdeng nemînin û ev tişt lê zêde kir: “Ev êriş li ser hişmendiya terorîzmê pêk tên. Begûman di çarçoveya parastina rewa de em jî xwe biparêzin. Divê Koalîsyona Navneteweyî, Amerîka û Rûsya van êrişan bibînin.  Ev êriş me mecbur dike ku em bifikirin çawa parastina xwe bikin. Ger ev êriş berdewam bikin beguman wê hêzên me jî bêdeng nemînin. Gelê me jî divê vê rastiyê bibîne. Gelê me di êrişên zindana Sînaa de piştgiriyek mezin dan û kelêka hêzên me sekinîn. Ruxmî hemû êrişên hovanê gelê me ji warên xwe dernakeve.”

`BILA GELÊ ME DI AMADEKARIYÊ DE BE`

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd, bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku şerê gel ê şoreşgerî xurt bikin û got: “Di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de xwe rêxistin bike. Hêzên me ku du şer de xwe perwerde kirine wê heya dawî parastina herêmê bikin. Ji bo ku hêzên me hîn zêdetir encam bigrin divê gelê me jî saziyên ku tê de kar dikin xwe birêxistin bikin û erkên ku dikevin ser milên wan pêk bînin. Bila gelê me di wê amadekariyê de be ku li dijî me desthilatdariyeke tiştekî nas nake heye. Wekî ku li dijî DAIŞ'ê me kir divê em xwe biparêzin, şer bikin û biserbikevin.”

ANHA