Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Dîlara Heleb re xwest

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Dîlara Heleb re xwest ku 20`ê Nîsanê li başûrê bajarê Kobanê şehîd bûye.

Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Dîlara Heleb re xwest
24 nîsan, 2022   13:04
HELEB

Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, her wiha saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Dilara Heleb bûn ku li qada şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hatiye lidarxistin.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl axivî û di şexsê şehîd Dîlara Heleb de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Xelîl anî ziman ku çiqasî kar û xebatê bikin jî nikarin mafên şehîdan pêk bînin, ji ber bi saya wan gelek destkeftî hatin bidestxistin.

Xelîl di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadî û serkeftinê da.

Endama rêveber a Kongra Star Zeyneb Îbo axivî û got, bi vîna şehîdan û berxwedana wan dê hemû hewldanên dijminan têk biçin.

Zeyneb Îbo îşaret bi hewldanên komplogeran kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker jinan dikin hedef, ji ber ku dijminên xwe têk birin û mîrasa şoreşa Rojava parast."

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîne Beyrem jî axivî û bal kişand ser êrişên artêşa Tirk a dagirker û got: "Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şikandina vîna gel e, lê bi saya berxwedan û israra xwe em ê dagirker têk bibin."

Hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Gelhat Mamo daxuyand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewamiya komployên wê ne û ev lê zêde kir: "Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji tevgera Rizgariya Kurdistanê û fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ditirse, êrişên xwe li dijî herêmên me zêde kirin."

Mamo da zanîn ku yekane rêya bibinxistina hewldanên Enqereyê avakirina yekitiyê ye.

Di dawiyê de endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civata Demokratîk (KPC-D) Zekiye Mistefa nasnameya şehîd Dîlara Heleb xwend.

(eh)

ANHA