​​​​​​​Li Girê Spî çeteyek hat kuştin

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî eşkere kir ku di şerên navbera çeteyan de çeteyek hat kuştin.

​​​​​​​Li Girê Spî çeteyek hat kuştin
24 nîsan, 2022   13:16
EYN ÎSA

Çavkaniyan diyar kir ku duh, li kantona Girê Spî ya dagirkirî 2 komên çeteyên Sultan Silêman Şah bi hev ketine.

Di encamê de çeteyê bi navê Xalid El-Ebdullah (14) hat kuştin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî mîna Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê hertim li ser parvekirina mal û milkên welatiyan bi hev dikevin.

ANHA