Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD`ê veşartin

Şêniyên navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê cenazeyên 2 şervanê QSD`ê; Îbrahîm Milîşan El-Îbrahîm û Mihemed Ewad El-Ewed bi merasîmeke girseyî veşartin.

Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD`ê veşartin
Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD`ê veşartin
Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD`ê veşartin
Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD`ê veşartin
Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD`ê veşartin
Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD`ê veşartin
Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD`ê veşartin
24 nîsan, 2022   11:42
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarê wê îro li goristana Şehîdan a Şedadê kom bûn û tev li merasîma oxirkirina cenazeyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD); Îbrahîm Milîşan El-Îbrahîm û Mihemed Ewad El-Ewad bûn.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD`ê Ayid El-Dêrî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El-Dêrî destnîşan kir hêzên leşkerî ji bo azadiya welat û gel her tim amade ne berdêlan bidin.

El-Dêrî destnîşan kir ku QSD`ê bi hezaran şehîd dane û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ebîr El-Tean axivî û îşaret bi berdêlên şehîdan kir û got, fedakariya şehîdan rêya azadiya ji nifşên nû re vekir da ku bi ewlehî bijîn.

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El-Ehmed nasnameya her du şehîdan Îbrahîm Milîşan El-Îbrahîm û Mihemed Ewad El-Ewad xwend û radestî malbatên wan kir.

(eh)

ANHA