Êzidiyên Efrînê: Gerîla hêzeke fedakar e û tu hêz nikare wê têk bibe

Yekitiya Êzidiyan a Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê şermezar kirin û got: “Gerîla hêzeke fedakar e û tu hêz nikare wê têk bibe.”

Êzidiyên Efrînê: Gerîla hêzeke fedakar e û tu hêz nikare wê têk bibe
24 nîsan, 2022   11:16
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidî ya Efrînê, endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, nûnerên partiyan li pêşiya navenda yekitiyê ya li navçeya Ehdasê kom bûn û daxuyaniyek da.

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Hisên Hesen û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Arksîn Marko daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker tevahiya cureyên çekan û heta yên qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar anîn, lê bi bin ket. Ji ber wê bi armanca kontrolkirina Qendîl û Şengalê, dorpêçkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha ji bo ku Erdogan xewna xwe pêk bîne êrişên qirkirinî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihand û Mesrûr Barzanî vexwend Enqereyê da ku hevkariya PDK û hikumeta Kazimî dabîn bike. Ew dixwaze vê yekê di hilbijartinan de bi kar bîne.

Hemwextî van êrişan, hikumeta Bexda bi koordîneya hikumeta Başûrê Kurdistanê dîwarek li dora Şengalê lê dole.

Em ev êrişa sêalî ya dewleta Tirk, artêşa hikumeta Bexda û PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medaya û Şengalê şermezar dikin. Em bang li malbata Barzanî dikin ku piştgiriya artêşa Tirk a dagirker nekin, berjewendiya kurdî di ser berjewendiyên kesayetî û partiyetî yên teng re bigirin.

Bila hemû bizanin ku gerîla hêzeke fedakar e û tu hêz nikare wê têk bibe. Ji ber ku nûnertiya wijdana gelê Kurd dike û gel piştgiriya wan dike.”

(şx)

ANHA