Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku 18`ê Nîsanê dema li ser erka xwe ya parastinê bû şehîd bûbû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
24 nîsan, 2022   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Giştî ya Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê nasnameya endamê xwe Macid Ebdullah yê li herêma Cizîrê şehîd bûbû, eşkere kir.

Di daxuyaniyekê de hate gotin: "Şehîd Macid Ebdullah 18`ê Nîsanê roja duşemê dema bi erka xwe ya parastinê radibû, şehîd bû. Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav: Macid Ebdullah

Navê bav: Newaf

Navê dayikê: Seide

Cih û dîroka tevlêbûnê: Çilaxa, 6-5-2020

Cih û dîroka şehadetê: Çilaxa, 18-4-2022

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd re dixwazin. Em teqez dikin ku heta misogerkirina ewlehî û îstiqrarê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em ê şopdarên rêya şehîdan bin."

(eh)