Dagirkeran li Cindirêsê ya Efrînê welatiyek revand

 MÎT`a Tirk welatiyekî ji gundê Baflorê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revand û bir cihekî ne diyar.

Dagirkeran li Cindirêsê ya Efrînê welatiyek revand
24 nîsan, 2022   09:43
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ragihand ku MÎT`a Tirk, Faris Mistefa Hemze yê ji gundê Baflorê yê girêdayî navçeyê revandiye.

Çavkanî destnîşan kir ku dagirkeran welatiyê navborî ji ser bendeke kontrolê ya çeteyên “Polîsên Leşkerî” ya li ketina navçeyê, revandiye û biriye cihekî ne diyar.

(cx)

ANHA