Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Macid Ebdullah oxir kir

Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa cenzayê şehîd Macid Newaf Ebdullah li Goristana Şehîd Dilşêr veşart.

Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Macid Ebdullah oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Macid Ebdullah oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Macid Ebdullah oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Macid Ebdullah oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Macid Ebdullah oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Macid Ebdullah oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Macid Ebdullah oxir kir
Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa şehîd Macid Ebdullah oxir kir
24 nîsan, 2022   10:43
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa li goristana Şehîd Dilşêr kom bûn û tev li merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Macid Newaf Ebdullah bûn, ku û di 18`ê Nîsanê dema erka xwe ya parastinê pêk dianî şehîd bûbû.

Di merasîmê de, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa Elî Kêrî axivî û got: “Bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku banga azadî, demokrasî û jiyana hevbeş kir, hevgirtina gelên herêmê pêk hat.” 

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî yek ji endamên rêveberiyê Kemal Osman axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane herêmê topbaran dike da ku vîna gelên herêmê bişikîne û nasname û hebûna wan tune bike.

Osman destnîşan kir ku şehîd Macid û hevalên wî, ji bo parastina gelê xwe çek rakir û li hember terorê li ber xwe da û banga şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê kir. 

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Macid hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd spartin axê.

(şx)

ANHA