Ermen: Projeya neteweya demokratîk rizgariya gelên bindest e

Ermenên Bakur û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeya neteweya demokratîk wekî rêya rizgarkirina gelên bindest û zindîkirina çandên ku bi siyasetên tunekirinê wenda bûne, dibînin. Ermenên herêmê dibêjin, dewleta Tirk siyaseta qirkirinê ya Împaratoriya Osmanî dest pê kiriye, dewam dike.

Ermen: Projeya neteweya demokratîk rizgariya gelên bindest e
24 nîsan, 2022   08:22
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

24'ê Nîsanê salvegera qirkrina Ermenan e ku Împaratoriya Osmanî di sala 1915'an de pêk anîbû.  Împaratoriya Osmanî li Stenbolê 250 kesayetên pêşeng, rewşenbîr, nivîskar û oldarên ermenî qetil kirin. Ev komkujî destpêka qirkirineke mezin li dijî Suryan, Asûr û Ermen bû.  Di encama van qirkirinan de zêdetirî miloyon û nîv ermenî bûn qurbanî.      

/ar/uploads/files/2022/04/23/170010_amad-ttryan-28large29.webp

Hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenan ya Hesekê, Îmad Teteryan diyar kir ku li gorî daneyên ku Ermenan li ser hejmara qurbaniyên komkujiyê wergirtine, bi piştgiriya hêzên serdest ên wekî Brîtanya, Almanya û Rûsya, zêdeyî milyonek û nîv Ermenî hatin kuştin.

Teteryan destnîşan kir ku komkujiyên Osmanî û Tirkan ne tenê li dijî Ermen, Suryan, Aşûr û Kildaniyan pêk hatin, heman demê li dijî gelê Kurd û Ereb e jî ku li gelek herêmên di bin dagirkirina Împaratoriya Osmanî de pêk hat.

Teteryan her wiha anî ziman di nava sînorên dewleta Tirk a di bin serokatiya Erdogan de bi rêbazeke nû komkujî li dijî gelan tê kirin û bal kişand ser sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Gelek saziyên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî (NY), Parlamantoya Ewropayê, Meclisa Ewropayê, Meclisa Dêran a Cîhanî, Rêxistina Mafên Mirovan, Komeleya Mafên Mirovan a Tirkî û Komeleya Ciwanên Xiristiyan, qirkirina Ermeniyan bi fermî nas kirine, her wiha 20 welat qirkirina Ermeniyan nas dikin.

/ar/uploads/files/2022/04/23/165954_anahyt-qsbyan-28large29.webp

Endama Meclisa Civakî ya Ermenan a bajarê Hesekê Enehît Qesbiyan da zanîn ku ew komkujî bi çend qonax pêk hatin, qonaxa yekemîn rewşenbîr û ronalbîrên ermenî girt nav xwe, ya duyemîn mêrên hatin serêjkirin, ya sêyemîn jî jin, zarok û  kesên bi temen hatin sirgûnkirin.

Enehît Qesbiyan diyar kir ku ew komkujî ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve bi navê ol û bi rêbazên cuda wekî şewitandina wan li dêran, qetilkirina komî û sirgûnkirina jin û zarokan bo welatên din, li dijî Ermenan hatin kirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de ya ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, hemû pêkane, bi çand, ol, nasname û zimanê xwe dijîn.

Teteryan li ser gel ermen ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Ermenî di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de xwedî maf in û bi pêkhateyên din re dijîn û mafên xwe yên rewa li herêmê bi dest xistine, her wiha hêzeke leşkerî ya Ermenan ji bo parastina xwe û rêgirtina li ber komkujiyan, hatiye avakirin."              

Teteryan da zanîn ku sedema komkujiya ku di wê demê de li dijî Ermenan hate kirin, ew e ku  bi xwe xwerêve nebirin û hêzeke ku wan biparêze tune bû, ji bo vê jî nikarîn li hemberî wan komkujiyan li ber xwe bidin.

Enehît Qesabiyan anî ziman ku di çarçoveya projeya demokratîk de Ermenan azadî û mafên xwe bi dest xistine û hemû pêkhateyan di warên leşkerî, siyasî û civakî de bi pêş ketine.               

Enehît Qesabiyan wiha dom kir: "Di çarçoveya vê projeyê de, me saziyên ermenan li ser asta leşkerî, siyasî û civakî ji nû ve ava kirin û bi awayekî rastir dîrok û çanda ermenî zindî kir." Her wiha bang li hemû gelên herêmê kir ku li hemberî siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmê refên xwe bikin yek da ku ev komkujiî li ser gelan dubare nebin.

Tevî hemû delîlên kuştina Ermenan, rayedarên dewleta Tirk qirkirina Ermenan nas nake û di benda 305 a qanûna cezayê ya Tirkiyê de her kesê ku vê yekê nas bike sûcdar dike.

(dx)

ANHA