​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundên Zirganê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bakur û başûrê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê topbaran dike

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundên Zirganê topbaran dike
24 nîsan, 2022   07:18
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê careke din gundên navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran dike. Di nav de gundê Xirbet Şiîr ê başûrê navçeyê, gundên Dada Ebdal û Esediye yên bakurê navçeyê rastî topbaranê tên.

Topbaran hîna berdewam e.

(şx)

ANHA