Dewleta Tirk qirkirina çandî û dîrokî dimeşîne

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayan şerê dîrok û çanda herêmê dike, caranan cihên dîrokî topbaran dike, carnan jî şûnwaran didizin.

Dewleta Tirk qirkirina çandî û dîrokî dimeşîne
24 nîsan, 2022   08:16
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li seranserî Kurdistanê dewam dikin. Li kêleka qetilkirinê, dewleta Tirk a dagirker hewl dide koka Kurdan rake û Kurdan weke ku bê dîrok nîşan bide.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ŞERÊ ÇANDÎ Û DÎROKÎ DIDIN MEŞANDIN

Girînenedeya Şûnwaran a Herêma Efrînê Efrînê ragihand ku ji dema dagirkirina Efrînê ve heta niha zêdeyî 60 cihên dîrokî û 30 mezarên olî ji aliyê dewlta Tirk û çeteyên wê ve hatine dizîn û talankirin.

Hevserokê Girînendeya  Şûnwaran a Herêma Firatê Elî Silêman ji ajansa me re got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî şerê qirkirina dîrokî û çandî dide meşandin. Dagirker hewl dide ku şûnwarên dîrokî yên gelên resen veşêre û dîroka herêmê sexte bike."

Elî Silêman da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker, di nav de keleha Nebî Hûrî ya li Cindirêsê, 55 cihên dîrokî yên li Efrînê wêran kiriye.

" NASNAMEYA GELAN DI XETERIYÊ DE YE"

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destpêkê diziya şûnwaran dikirin, lê di dema dawî de, piştî ku diziyê dikin, cihê dîrokî bi temamî diteqînin, da ku şûna şaristaniyan ji holê bê rakirin.

Li gor bîlançoya Girînendeya Şûnwaran a Efrînê, dagirkeran êdî dest bi talankirina giran jî weke girê Kişor û Til Hebişko kiriye.

Di vê çarçoveyê de Silêman got: "Armanca dagirkeran çewisandina nasname û hebûna gelê me ye. Herêmên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dilê şaristaniyên herêmê me ne. Wan girên şûnwarî yên ku vedigerin hezarên salan, dîroka gelê Kurd nivisandine. Îro ew gir tên dizîn, talankirin û wêrankirinê û dîroka Kurdan di xeteriyê de ye."

Hevserokê Girînenedeya Şûnwaran a Herêma Firatê, Elî Silêman di dawiyê de bang li hemû rewşenbîr û aliyên peywendîdar kir ku zû tevbigerin û got:" Divê em dengên xwe bigihînin rêxistinên hiqûqî yên peywendîdar, da rê li ber komkujyên li dijî gelên herêmê û talankirina şaristaniyan bigirin."

Artêşa Tirk a dagirker taybet li Efrînê li pêş çavê civata navneteweyî, ji bilî dizîn û talankirina şûnwaran, kiryarên weke kuştin, koçberkirin, revandin, guhertina demografîk û qutkirina daran pêk tîne.

(şt)

ANHA