Êzidiyan li dijî êrişan banga berxwedanê kir

Êzidiyên herêma Cizîrê diyar kirin ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojava bi hev girêdayî ne û banga berxwedana li dijî êrişan kirin.

Êzidiyan li dijî êrişan banga berxwedanê kir
24 nîsan, 2022   06:49
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Hemwextî êrişên hevpar ên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê û avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, artêşa Iraqê di 18'ê Nîsanê de êrişî bendên kontrolê yê Asayîşa Êzîdxanê kir.

''DIXWAZIN ÇANDA ÊZIDIYAN QIR BIKIN'

/ar/uploads/files/2022/04/24/064336_zyad-rstm.webp

Di vê der barê de endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Ziyad Rustem bal kişand ser lihevkirinên di navbera hikumeta Iraqê, PDK'ê û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî civaka Êzidî û Kurdan bi giştî û got: "Komploya hêzên herêmî bi armanca qirkirina çanda civaka Êzidî têne kirin."Ziyad Rustem di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê bi hev girêdayî ne û di çarçoveya komploya 9'ê Cotmehê ya di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de û komploya li ser rêber Ocalan pêk tên.

Di 9'ê Cotmeha 2020'an de hikumetên Hewlêr û Bexdayê ji bo kontrolkirina Şengalê peyman îmze kiribûn.

"SERKEFTINA ÊZIDIYAN SERKEFTINA GELÊ KURD E"

/ar/uploads/files/2022/04/24/064424_11.webp

Rustem behsa êrişa li ser Asayîşa Êzidxanê jî kir û got: "Di dema ku civaka Êzidî amadekariyên cejna Çarşema Sor dikirin ku ji rojeke pîroz û girîng e, artêşa Iraqê bi fermana dewleta Tirk êrişî Şengalê kir."

Rustem anî ziman ku serkeftina Êzidiyan tê wateya serkeftina tevahî gelê Kurd û hemû komployên li dijî Kurdan di şexsê civaka Êzidî de pêk tên.

Endamê Yekitiya Êzîdiyên Sûriyê Ziyad Rustem di dawiyê de bang li hêzên kurdî kir ku dûrî komployên dijminan bikevin û ji gelên Kurdistanê xwest ku komployan têk bibin.

" LI DIJÎ CIVAKA ÊZIDIYAN KOMPLOYEKE NÛ YE "

./ar/uploads/files/2022/04/24/064325_ilyas-sydw.webp

Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyas Sîdo jî diyar kir ku komployên dewleta Tirk a dagirker ne tenê PKK'ê dike hedef, heman demê tevahî gelê Kurd dike hedef.

Ilyas Sîdo îşaret bi lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de kir û got: "Dixwazin berxwedana Şengal û Rojava ji hev qut bikin, Şengal vegerînin beriya 2014'an û berxwedana Êzidiyan di çarçoveya Rêveberiya Xweser de têk bibin." Her wiha anî ziman ku lêkirina dîwar hemwextî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin.

Sîdo da zanîn ku civaka Êzidî bingeha gelê Kurd e, ji ber wê dixwazin bi plan û komployan vê civakê qir bikin.

Ilyas Sîdo di dawiyê de got:"Li dijî Êzidiyan 73 fermanan hatine kirin. Heta niha çarenûsa bi sedan êzidiyên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, ne diyar e. Li şûna ku hikumeta Iraqê û civata navneteweyî wan kesan vegerîne nav civaka wan, komployên nû li dijî êzidiyan plan dikin."

(şt)

ANHA