'Hevgirtina pêkhateyan rê li ber komkujiyan digire'

Welatiyên bajarê Hesekê diyar kirin ku pêkanîna neteweya demoratîk ku rêber Ocalan pêşniyar kiriye, ji bo rê li ber komkujiyan bê girtin, baştirîn proje ye.

'Hevgirtina pêkhateyan rê li ber komkujiyan digire'
24 nîsan, 2022   06:13
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Osamanî di 24 Nîsana 1915`an de li dijî gelê Ermen komkujî û qirkirn pêk anî. Bi sedan rewşenbîr, ramyar, rêber û rûspî berê xwe dan Stenbolê û ew li wir di şerê cîhanê yê yekem de li ser destê Komeleya Yekitî û Pêşketinê hatin qetilkirin.

Jin, zarok û pîr neçar bûn bi meşê berê xwe bidin Şamê, di rê de ew rastî, dizîn, destdirêjî, û kuştinê hatin. Li gor daneyan, 800 hezar heta 2 milyon û 200 hezar ermenî neçar man dest ji xaka xwe berdin û rastî qirkirinê hatin.

Piştî 106 salan, Amerîka bi serokatiya Joe Biden di sala 2021`an de komkujiyên li dijî Ermeniyan weke jînosîd bi nav kir.

Di heman rojê de serokê Amerîkayê destek da dewleta Tirk a dagirker ku dest bi dewamkirina projeya qirkirina Kurdan bike. Artêşa Tirk a dagirker ji 17`ê vê mehê ve dest bi êrişeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Di  salvegera qirkirina Ermeniyan a 107'emîn de, şêniyên Dirbêsiyê ji ajansa me re diyar kirin ku pêkanîna projeya neteweya demokratîk rê li ber komkujiyan digire.

/ar/uploads/files/2022/04/24/054315_khald-shykhw.webp

Welatiyê bi navê Xalid Şêxo got: “Kesên ku li ser hesabê qirkirina gelan, xwe ava dikin komkujiyan li dijî mirovahiyê pêk tînin. Ew dixwazin desthilata xwe biparêzin, dest deynin ser aboriya welatan û gel di bin sîwana rihma xwe de bihêlin.”

Şêxo destnîşan kir ku demokratî, wekhevî û edaleta civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, nehişt ku komkujî dîsa li dijî Ermenan pêk werin. Bi taybet piştî avakirina Rêveberiya Xweser li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş.

Şêxo wiha domand: "Aştî û edaleta civakî ya li herêmê heye ne li gor xwesteka dewleta Tirk a dagirker e, ji ber wê êriş dike û dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibe, komkujiyan li dijî Kurdan û pêkhateyên din pêk bîne."

Şêxo bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtina xwe xurtir bikin, têkoşîna xwe mezin bikin û got: "Hezkirin, biratî, hevgirtina pêkhateyan û hevqebûlkirin, têrê dikin ku komkujî dubare nebin."

/ar/uploads/files/2022/04/24/054401_amad-brw.webp

Li aliyekî din, welatiyê bi navê Îmad Biro diyar kir ku zanebûn dihêle ku mirov xwe ji komkujiyan biparêze û got: "Zanebûn dihêle mirov pêkhate û olên din jî qebûl bike."

Îmad Biro destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk ya ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re bingeh digirin, baştirîn proje ye da ku gelên herêmê di nav aştiyeê de bijîn.

/ar/uploads/files/2022/04/24/054338_sawd-maysh_1.webp

Her wiha welatiyê bi navê Siûd Miêş, komkujiyên dewlet Osmanî yên li dijî Ermeniyan bi nexlaqî û nemirovî bi nav kir û got:"Osmaniyan di bi navê Îslamê de komkujî pêk dianîn û gel didan koçberkirin."

(şt)

ANHA