Balafireke bê mirov a bi çek erebeyek li rojhilatê gundewarê Eyn Îsayê kiriye hedef

Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li ser rêya gundê Um El-Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê kir hedef. Di encamê de erebe bi temamî wêran bû, lê tu windahî çênebû.

Balafireke bê mirov a bi çek erebeyek li rojhilatê gundewarê Eyn Îsayê kiriye hedef
24 nîsan, 2022   06:07
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyên leşkerî li herêmê, beriya 2 rojan balafireke bê mirov a bi çek a artêşa Tirk a dagirker li ser rêya gundê Um El-Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê erebeyek kiribû hedef.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku êriş 22`yê Nîsanê saet di 22:00`an de pêk hatiye. Di encamê de erebe bi temamî wêran bûye lê tu windahî çênebûye.

(şx)

ANHA