Peykerê şehîd Yûsif Gulo li Qamişlo hate danîn

Li bajarê Qamişlo peykerê şehîdê kedê Yûsif Gulo bi merasîmeke girseyî hate danîn.

Peykerê şehîd Yûsif Gulo li Qamişlo hate danîn
Peykerê şehîd Yûsif Gulo li Qamişlo hate danîn
Peykerê şehîd Yûsif Gulo li Qamişlo hate danîn
Peykerê şehîd Yûsif Gulo li Qamişlo hate danîn
Peykerê şehîd Yûsif Gulo li Qamişlo hate danîn
23 nîsan, 2022   16:33
QAMIŞLO

Fermanderiya Giştî ya QSD,YPG û YPJ'ê û Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, li çerxerêya pêşî ya li aliyê rojava yê bajarê Qamişlo bi merasîmekê peykerê welatparêz Yûsif Gulo danî.

Yûsif Gulo tevî her du neviyên xwe Mezlûm û Mihemed Gulo, 9`ê Mijdara 2021`an di êrişeke bi balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker a li taxa Hilêliyê ya li Qamişloyê de şehîd bûn.

Peykersazê peykerê Şehîd Yûsif Gulo, Emîn Ebdo ji ajansa me re axivî û diyar kir wî û 3 xwendekarên Zanîngeha Rojava, Mihemed Ehmed, Rûgeş Osman û Izet Ebdo di 6`ê Çileya 2022`an wan dest bi çêkirina peyker kir û got, mezinbûna peykerî 370`ê cm e.

Li ser kesayeta Yûsif Gulo û girîngiya çêkirina peykerê wî Emîn Ebdo got: “Şehîd Yûsif Gulo di her warî de exlaq, edalet, welatparêzî û berxwedanê mîna sembolekê bû, hêjaye ku peykerê wî were çêkirin.”

Derbarê pirsa rakirina nîşana serkeftinê ya peyker de Emîn Ebdo got: “Da ku her dem tiliyên wî di çavên dijminan de bin, em bi hunera xwe bûn bersivê kiryarê hovane yê dijmin.”

Li ser peykerê şehîd Yûsif Gulo gotina wî hatiye nivîsandin: “Ji bo Kurdisteke serbixwe û miletê Kurd, ku ez jî şehîd bikevim û pêncî xortê min hebin şehîd bikevin, ez ê bikim qurban ji bo xatirê bihosteke ji axa Kurdistanê azad bibe.”

Di merasîmê danîna peykerê şehîd Yûsif Gulo de bi dehan welatî, di nav de endamên partiyên siyasî û civaka sivîl amade bûn.

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî û got: “Apê Yûsif sembola welatparêziyê ye ji bo pêşeroja me ked da  da ku em vê sembolê di nava me de bipêşkeve. Ji ber vê yekê me xwest bi danîna peykerê wî em peykerê welatparêz Yûsif Gulo her dem em di nava xwe de zindî bihêlin.”

Piştre birayê Şehîd Yûsif Gulo, Îbrahîm Gulo axivî û got, îro mîna jidayikbûna duyemîn a Yûsif Gulo ye.

Îbrahîm Gulo spasiya YPG û peykersaz kir. Her wiha da xuyakirin ku ew spasiya Rêveberiya Xweser kir ku tevî her cure êrişên dewleta Tirk a dagirker bi qehreman û şervanên xwe welat birêvedibe.

Îbrahîm Gulo di dewama axaftina xwe de berxwedana gerîlayan a li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê silav kir û got: “Em ji gerîlayên li çiyayên azad re dibêjin hûn rûmet û qehremanên me ne. Banga me ji gelê Kurd re ew e ku bi yek destî êrişên dagirkeran bişkînin.”

Dûvra paç spî bi destê malbata Yûsif Gulo û Fermandarê Giştî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd bi slogan û tilîliyên dayikan hat rakirin.

Merasîm bi guhdarkirina dengê şehîd Yûsif Gulo bi dawî bû.

(sb)

ANHA