Li Dêrikê geşedanên siyasî ji gel re hatin şîrovekirin

Meclisa Navçeya Dêrikê civîneke berfireh li dar xist, tê de geşedanên siyasî ji gel re şîrove kir.

Li Dêrikê geşedanên siyasî ji gel re hatin şîrovekirin
Li Dêrikê geşedanên siyasî ji gel re hatin şîrovekirin
Li Dêrikê geşedanên siyasî ji gel re hatin şîrovekirin
Li Dêrikê geşedanên siyasî ji gel re hatin şîrovekirin
Li Dêrikê geşedanên siyasî ji gel re hatin şîrovekirin
Li Dêrikê geşedanên siyasî ji gel re hatin şîrovekirin
23 nîsan, 2022   15:26
QAMIŞLO

Civîn li stada Kornîşa a beledî ya girtî bi beşdarbûna bi hezaran kesî hate lidarxistin.

Di civînê de endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Xebat Mihemed geşedanên li herêmê şîrove kir.

Mihemed bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û got: "Armanc ji tecrîdê şikandina îradeya gelê Kurd û tevahî gelên ku xwedî li xeta rêbertî derketine ye ku banga aştî û biratiya gelan dike."

Xebat Mihemed ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirinê têkoşînê kir û got, mercên tecrîdkirina rêber Ocalan li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ne, di qanûnên navnetweyî de girtiyên ku temanê wî 70 derbas bike, divê serbest bê berdan.

Mihemed bi domdarî got: "Rêbertî di girtîgehên faşîzma Tirk de li hemberî tecrîd û îşkenceya dirûnî li ber xwe dide. Armanc ji binpêkirinên ku faşîzma Tirk dimeşîne da ku rêbertî neçar bikin ku mercên AKP'ê qebûl bike û dev ji bangên xwe yên azadkirina gelan berde. Lê rêbertî serî ji AKP û dewleta faşîst re netewand. Li gel girankirina tecrîdê, êrişên dijwar li ser herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahî Kurdan dimeşîne."

' TIRKIYÊ SÛDÊ JI ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ DIGIRE'

Xebat Mihemed bal kişand ser şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û wiha axivî: "Ev şer ne êrişa li ser zaliman e, an serkeftina zaliman e, lê belê şerê li ser desthilatdariyê ye. Dewleta Tirk sûdê ji şerê Rûsya û Ukrayanyê digire da ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Em pêvajo pir hestiyar e, ji me hemûyan tê xwestin ku em erk û peywirên xwe bi cih bînin."

' DIVÊ HER KES XWEDÎ LI RÊVEBERIYA XWESER DERKEVE'

Mihemed îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser di demekê de hate avakirin ku herêm di rewşeke şer de bû û wiha domand: "Divê şênî nêrîna xwe parve bikin, dengê xwe bidin kesên ku karibe wan bi rêxistin bike û bi rêve bibe, ew kesê ku layiqî fedekarî û xwîna şehîdan bin. "

Mihemed her wiha da zanîn ku ruxmî nûjenbûn û şaştiyan, lê Rêveberiya Xweser di rêvebirina herême û parastina wê de gavên cidî avêtin û got: "Divê her kes li derdora Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bibe."

'GERÎLA ŞERÊ XETA XIYANET Û DAGIRKERIYÊ DIKE'

Mihemed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha got, gerîla li hemberî dagirkerî û xeta xiyanetê ya PDK'ê de şer dike. Di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker çiyayên Kurdistanê bomebebaran dike, PDK'ê birîndarên faşîmza Tirk li nexweşxaneyên xwe derman dike.

Xebat Mihemed hişyarî da PDK'ê û got: "Di vê qonaxa dîrokî de kurdan ber bi şerekî birakujiyê ve nebe ku wê karesteke ji bo her çar parçeyên Kurdistanê be. "

'ENKS'Ê DIYALOGÊN KURDÎ RED DIKE'

Mihemed di nirxandinên xwe de bal kişand ser diyalogên kurdî li Rojava û wiha dom da axaftina xwe: "Gelek hewldan hebûn da ku diyalog bi ENKS'ê re bi ser bikevin. Lê ENKS'ê qebûl nake ku têkiliyên xwe bi dewleta Tirk a dagirker re qut bike. Ji ber vê yekê tevgerên me biryar da ku tevahî diyalogan bi ENKS'ê re qut bike. Ruxmî tevahî kiryarên ENKS'ê û hevkariya wê bi dijminên gelê Kurd re, lê Rêveberiya Xweser ew vexwend ku wekî aliyeke siyasî beşdarî peymana civakî bibe. Lê ji ber girêdana wê ya bi îtîlaf û Tirkiyê re beşdarî sazkirina peymana civakî nebû."

Beşdaran nêrînên xwe li ser mijarên cuda anîn ziman.

Berdevkê Meclisa Eşîr û Rûspiyan, Şêxê Eşîra Tey, Hewas Cidêî got, li gel kesên nexwedî biryar û bê îrade diyalog nabe, diyalogên bi wan re ji du salan ve windakirina demê ye, ji ber ku biryarên wan girêdayî îtîlaf, PDK û dewleta Tirk a dagirker in.

ANHA