Ji bo Kurdan dema şer e -UMUT AYDIN

Ji bo Kurdan dema şer e -UMUT AYDIN
23 nîsan, 2022   23:35

Li gel êrişa qirkirinê ya ku dewleta Tirk a mêtinger li dijî gerîla li çiyayên Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK'ê da destpêkirin, her ku diçe tevahiya Kurdistanê vediguhere qada şer. Li hemberî van êrişan, divê Kurd seferber bibin û sala 2022'yan bikin sala têkbirina qirkirina mêtingeriyê, nexwe ne tenê destkeftiyan, hebûna Kurdan dê bikeve nava xetereyê.

Di 17'ê Nîsanê de êrişên li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê dest pê kir û bferfireh bûn. Êrişan çawa dest pê kir û pêk anîn; ji niha ve derketiye holê ku ev qonaxeke girîng a dîrokî ye ku êdî veger jê nîn e.

Kurd an di nava seferberiyê de dê têkoşîneke bênavber dimeşînin an jî bi xetereya tunekirina hebûna xwe re rû bi rû ne.

Tişta ku di şexsê gerîla de kirine hedef, siberoja Kurd û Kurdistanê ye. Ev  ne tenê bi destê dewleta Tirk û PDK'ê ye. Ev beyankirina stratejiya hêzên hegemon ên global a li dijî Kurd û Kurdistanê ye. Dewleta Tirk û PDK wek hêzên bicihanîna konsepta qirkirinê hatine peywirdarkirin.

Wê demê, ya ku divê li dijî vê were kirin, bê îstîsna hemû Kurd bi her şêwazekê li dijî wê rawestin.

Ya girîng ew e ku xiyaneta navxweyî êdî ne ew hêz e ku vê qirkirinê li qada navneteweyî rewa bike. Ji ber ku heke ev neyê kirin, dê ne pêkan be ku pêşî li desteka NATO û DYA'yê û ya navneteweyî ya ji dewleta Tirk re were girtin û her wiha gelên cîhanê li dijî vê qirkirinê hesas bibin.

Heke em naxwazin sed sal piştre mîna Ermenan ji cîhanê re bibêjin ku em tên qetilkirin û qirkirin û ev yek ji aliyê heman hêza qirkirinê ve hatiye kirin, hingî divê em ewilî xiyaneta navxweyî ji hev bixin.

Paqijkirina xiyaneta navxweyî bi tenê ne berpirsyariya PKK'ê yan jî gerîla ye. Ev peywireke mirovî ya me hemûyan e. Esas berpirsiyariya kurdbûnê ye. Berpirsiyariya hemû pêkhateyên civakê; hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, ronakbîr, partiyên siyasî, ciwan, jin û me hemûyan e. Divê em bizanin ku her ku gerîlayek şehîd dibe, gule hinekî din nêzî me dibin. Heke em naxwazin li kesekî ku sibe ji bo me biaxive bigerin, divê em xwedî li vê têkoşîna Kurdistanê û gerîla ya herî birûmet a li dijî qirkirin, dagirkerî, xiyanet û bêexlaqiyê derkevin.

Îro heke em li dijî dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk û li dijî xiyaneta PDK'ê ranewestin, mafê me nîn e ku sibe em qala namûs, exlaq an jî azadiyê bikin. Heke em bikin jî, tu îzaheke xswe ya exlaqî nabe.

Lewma rabûna li ber qirkirin, dagirkerî û xiyanetê, pêwistiya exlaqê ye, mirovbûnê ye. Şertê azadbûnê ye.

Partiyên siyasî, kesayet, rewşenbîr, hunermend bi tu awayî di serdemeke wiha de nikarin xwedî fikarên takekesî bin. Her roja ku em bê deng in, divê em wisa bibînin ku em dibin hevkarên vê qirkirin û xiyanetê. Heke mirin dê were, divê di dawiya berxwedaneke birûmet de be. Heke em bi awayekî biyolojîk bijîn jî, bê guman ev ê bibe jiyanek ku em ê tenê di her kêliyê de, her saetê, her rojê serê xwe bitewînin û şerm bikin.

Ji bo Kurdan êdî ne ew dem e ku her tiştî bi analîzên siyasî, hesabên berjewendiyên hêsan, fikarên li ser jiyana rojane binirxînin, bertekên xwe bi şîroveyan bînin ziman û hewl bidin ku ji rewşê xilas bikin. Ne roja xeberdanê ye, roja çalakiyan e, roja têkoşîna li dijî qirker û xayinan e.

Ev yek berpirsyariya herî bingehîn a hemû Kurdên li her devera cîhanê ye û her wiha hemû Kurdên li Başûr, Rojhilat, Rojava û Bakur e.

Îro ji bo Kurdan roj roja şerê ji bo siberojeke azad û birûmet e.